Jinên nisêbînê: Dê berxwedan bidome

17:49

JINHA


MÊRDÎN– Li Nisêbîna Mêrdinê Meclisa Jinan ya KCD bi şîara “Roja ji Rojava hiltê dê gelan azad bike" bi tevlibûna 10 hezar kesan mitîng pêk anî. Di mîtîngê de parlamentera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat, got ku jinên nisêbînî ji bo jinên Qamişlo, Efrîn û Serekaniyê silav bikin li hev civiyan. Ayla, destnîşan kir ku heta azadiyê dê li her qad, kolan, tax û her dere têkoşîna xwe bilind bikin.


Meclisa Jinê ya KCD'ê li ber Navenda Çandê ya Mîtannî ya Nisêbînê bi tevlibûna 10 hezar kesan mîtîng pêk anî. Li qada mitîngê pankarta “Roja ku ji Rojava hil tê dê gelan azad bike” û “Roja ku li Amarayê derket dê Rojava azad bike” hatin vekirin. Wêneyên 3 jinên kurd ên siyasetmedarên ku di 9’ê Çileyê li Parîsê hatin qetilkirin, hatin rakirin. Di mitîngê de jin bi cilên gelêrî tevlibûn.


Di mîtîngê de Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, got ku li Nisêbîne rojek dîrokî ye û wiha axivî: "Heta ku berpirsiyar û kujerên 3 jinên siyasetmedar ên kurd Sakine Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku li Parîsê hatin qetilkirin neyên ronîkirin dê tekoşîna me berdewam bike. Jin dê Ewropa û Tirkiyeyê efû nekin. Şoreşa ku li Rojava pêk hatî şoreşa jinê ye.”


Azadiya Rojava azadiya çar perçeya ne’


Parlamantera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat, di mîtîngê de wiha got: "Em ji bo piştgiriyê bidin Afrin, Qamişlo û Serêkaniyê em niha li qadan in.  Em dê li dijî zilmkaran berxwedana xwe berdewam bikin. Bila her kes baş zanibe ku êdî di dilê kurdan te tirs nemaye. Me berê jî zilm û zordarî qebûl nekir, em dê ji niha û şûnde jî zilm û zorê qebûl nekin. Azadiya Rojava azadiya çar perçeyên Kurdistanê ye. Divê em nîşanî hemû cîhanê bidin ku gelê Rojava ne tenê ye. Azadiya Rojava azadiya Nisêbînê ye."


‘Ala 3 jinên siyasetmedar li erde nahêlin’


Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk jî wiha axaftina xwe dom kir: “Em dê ala 3 jinên siyasetmedar ên kurd li erdê nehêlin. Hûn hem dikujin û hem jî dibêjin werin em li hev bên. Têkoşîna aştiyê bi rêzgirtinê pêk tê. Em aştiyek bi hurmet û rûmet dixwazin. Rojhilata navîn di qada civakî û siyasî de di nava guhertinekê re derbas dibe. Di vê pêvajoyê de mîsyonek dîrokî li ser milê gelê kurd hatiye barkirin. 100 salin gelê kurd di bin metîngerî û bindestiyê de dijî. Gele kurd êdî bê nasname û bêstatuyê qebûl nake. Gelê Rojava rol û mîsyona xwe pêk anîye. Diqada siyasî de peyvira xwe pêk aniye."


‘Şoreşa jinê pêk hatiye’


Tugluk, diyar kir ku li Rojava di heman demê de şoreşa jinê jî pêk hatiye û wiha got: "Li herêma ku navê jinê nedihat ser ziman, êdî jin di nava civakê de rolekî mezin didin ser xwe. Di nava têkoşînê de bi awayekî çalak cihê xwe digire. Niha jinên Rojava li ser bingehê Xweseriya Demokratîk Zagona Medeniyetê dinivîsin. Hêzên dagirker û metînger li Rojava naxwazin gelê kurd bibin xwedî statu û nasname. Li aliyê din Tirkiye ji ber ku nikare raste rast mudaxale bike niha bi destê çeteyan mudaxaleyê Serêkaniyê dike. Dizanin ku êdi li Rojava şoreşa siyasi pêk hatiye. Dizanin ku êdî nikarin encamê bi dest bixin ji ber vê yekê ji her alî de êrîşê pêk tînin. Em pir aşkere dibêjin ji ku dê bila bê em dê heta dawî mafê gelê Rojava biparêzin. Em dê li gelê Rojava xwedî derkevin. "


Girse piştî mîtîngê heta sînor meşiyan. Balonên rengîn firandin. Piştî meşê şaredar Ayşe Gokkan axaftinek kir.


Wêne: Gulşen Koçuk


Dîmen: Zehra Dogan


(la)