‘HES û bendav bişaftinê hem ser xwezayê û hem jî ser mirovan dike’

16:17

JINHA


AMED – Vokalîstê koma mizîkê ya Marsîs yên ku dê di vekirina 4’emîn Festîfala Fisîman ya Karkeran a Navnetewiya Amedê de konser bidin Korhan Ozyildiz balkişande ser çêkirina bendavan û santiralên nukleerê û got: “Li aliyekê çêkirina balexaneyan û li aliyê dinê jî ynê ku pergala kaputalîst naxwazin û parastina xwezayê dixwazin hene. HES, bendav û santralên nukleerê hem li ser mirovan û hem jî li ser xwezayê bişaftinekê çêdike.”


Marsis di sala 2006’an de ji aliyê Korhan Ocyildiz û Ceyhun Demir ve li Kadikoyê hat avakirin. Ji ber guherînên navxweyi yên nava komê de di sala 2008’an de halê xwe yê niha girt. Kom navê xwe ji çiyayê Kaçkarê yê herî bilind digire. Ji lewre navê komê bûye “Çiyayê Marsis” ê bûye. Jêdera xwe ji muzîka tayîbet ya Zeriya Reş û enstrumanên wê yên Rock muzîkê digihîne hev û bi tarzê Rock muzîkê wan awazên wan deveran dibêjin. Vakalîstê koma muzîkê Korhan Ozyildiz  diyar kir ku koma wan di 26’ê Nîsana sala 2006’an  salvegera Faciaya Çernobilê de hatiye avakirin û wiha got: “Em ji zarokatiya xwe ve muzîkên cihê kum e lê çavên xwe li jiyanê vekirî Zeriya Reş û Rock muzîkê digihînin hev û muzîkek ya bi navê Zeriya Reş Rock çêdikin.” Korhan da zanîn ku koma wan ji 5 kesan pêktê. Korhan destnîşan kir ku ew ji zimanekê zêdetir bi zimanên weke Lazî, Hemşînî, Gurcî û Romî muzîkan dibêjin. Korhan anî ziman ku ew estromanên weke tulum, kemançe, elektrogîtar, basgîtar , dwhol ê bi kartînin.  


Mirovên ku dixwazin xwezayê biparêzin hene’


Korhan bilêv kir kul i gelek deverên Tirkiyê projeyên avakirina HES, bendav û santralên nukleerê hene û wiha domand: “Mixabin em din ava pergalek ya kaputalîzmê ya ku her diçe mezin dibe û rawestandinê nizani de dijîn. Li aliyekê çêkirina balexaneyan û li aliyê dinê jî ynê ku pergala kaputalîst naxwazin û parastina xwezayê dixwazin hene. Her dem hevokek tê dubare kirin heye: ‘Ji bo bilindbûna welat pêdivî bi enerjiyê heye.’ Din ava vê hevokê de derewek gelek mezin heye. Ji ber her dem pergalek ya kaputalîst ya kum ezin dibe heye. Li her aliyê welata jî projeyên HES, bendav û santralên nukleerê bên çêkirin jî têrê nake. Di oxira bidestxistina enerjiyê de mirovan dikin kole. Li Stenbol, Enqere yan jî bajarek yê mezin balexane, robarê gundekê yan jî çemê bajarekê diherike, xirakirina xwezaya van dibe sedema xerakirina dengeya ekolojiyê. Ev hem li ser xwezayê û hem jî li ser mirovan bişaftineke.”


‘Mirovên li ser vê erdnîgariyê dijî girêdanek ya wan ya bi xwezayê re heye’


Korhan diyar kir ku hemû gelên li herêmê dijî girêdanek ya wan ya bi xwezayê re heye  û dixwazin bandora vê ya li ser muzîkê bidin nîşandan. Korhan anî ziman k udi hemû parçeyên muzîka mirovên li herêmê dijîn de teqez yan robar, celal, çem, daristan her dem parçeyek ji xwezayê heye û wiha berdewam kir: “Dema ku van ji destê me bigirin wê demê emê bibin hinekîdinê. Heger mudaxeleyî jiyana me dikin, divê her demê peyîwira me ya yekem li hembeî wan rawestanbe.”


‘Divê hunermendek tuştên ku bibêje hebe’


Korhan belkişand ser peyîwendiya navbera hunermend û guhdarvanên wan hunermendan û wiha got: “ji ber tuşta ku tu dixwazê tu dê bêjê û bi wê hunera xwe dê bi guhdarvanan bide nasîn û mirovan qazanc bike. Ji ber vê me ev kom tekoşînê dikin û li hev kom bûne bi hev re dixebitin.”


‘Bijî biratiya gelan’


Korhan girêdayî festîfala filîman ya karkeran ya li Amedê jî wiha axivî: “Lê vê derê gelek men as dikin. Hem xwediyê çandekî ciyawaz û hem jî xwediyê çandeke nêzin.” Di dawiyê de Korhan got: “Bijî biratiya gelan”


 (zt)