'Feqîrî jinan ber bi karê fabrîqeya nayîlonan ve dibe'

08:54

Tekoşin Tekin - Ozlem Akın / JINHA


EDENE- Li Seyhanê bi dehan jin ji bo alikarî bidin debara malbata xwe di fabriqeya nayîlon û plastikan de karê herî giran dikin. Gulîstan Yavuz ya k udi heman fabrîqeyê de dixebite diyar kir ku jin ji ber feqîriya xwe van karan dikin. Şîrvan Ozlem ya ku heman karî dike jî da zanîn ku karê ew dikin gelek girane û bêhna wê jî gelek pîse.


Di Siteya Pîşesaziyê ya li taxa Şakirpaşa ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê nêzî 100 fabrîqeyen nayîlon û plastîkan vedigerinin dema berê hene. Li dikanên biçuk yên nava taxan plastîk, nayîlon û tiştên wiha hur tên komkirin û paşê didin fabrîqeyê. Di fabrîqeyê de nayîlon, plastîk û hemû ew tiştên hur ji aliyê jinan ve ji hev tên cudakirin. Tu ewlehiya jiyana karkerên di wê fabrîqeyê de dixebitin nine. Karkerên di fabrîqê de dixebitin jî pirani yên k udi dema şerê li herêmê de ji ber sedemên şer û tundiya dewletê neçar mane gundên xwe berdane û koçî van cihan kirine.  Ji ber jiyana wan ya feqiririyê neçar dibin van karan dikin û alikariyê didin aboriya malbara xwe.


‘Ji ber feqiriya xwe jin di van karan de dixebitin’  


Gulîstan Yavuz ya 21 sali destnîşan kir ku ew neçar mane di sala 1993’an de warê xwe terikandine û hatine li Seyhanê bicîhbûne. Gulîstan anî ziman ku ev 9 salin di fabrîqeya nayîlon û plastikan de dixebite, ango ji 12 saliya xwe heta niha… Gulîstan bilêv kir ku ew serê sibê tên dest bi karê xwe dikin, tu ewlahiya karê wan nîne û wiha got: “Li vêderê tenê sigorteya yên demdirêje dixebitin heye. Em her hefte 200 TL yan digirin. Şert û merc gelek zorin lê me neçarin. Divê pere bê malê. Ji ber şertên karê yên zor kes nikare xwe li ber bigire. Cihê karê me zivistanan gelek sar û havînan jî gelek germe. Ji ber vê jî em gelek dikevin zorê. Ji ber di sektorên dinê de jin bi muçeyek kêm tên xebitandin, ji ber wê jî karê herî zor tercih dikin. Em jin neçarin bixebitin. Hem di aliyê jinbûna me de û hem jî di aliyê karkirina me de em gelek pirsgirêk û zoriyan dijîn.”


‘Kar hem gelek zore û hem jî bêhnek ya wê ya gelek giran heye’  


Karkera di heman fabriqeyan de dixebite Şîrvan Ozmena 22 salî ji diyar kir ku ji ber sedemên aborî berî niha 30 salan wê li gel malbata xwe ji Wanê koçî Edeneyê kiriye. Şîrvan anî ziman ku ev 15 salin ew vi karê nayîlan û plastikan dike û wiha domand: “Ev kar gelek zore lê me ji neçarî dikin. Ji ber her dem me xwe daye zorê û kar kiriye êdî biniya me jî hînbûye. Ji xwe ew bêhna giran zêdetir karê me giran dike. Em din ava hefteyê de 6 rojan dixebitin. Em din ava hefteyê de 250 TL yan digirin.”


(zt)