Şilêrên li Qerecdaxê şîndibin li benda firotinêne
11:38
Nurcan YALÇIN - Bêrîtan ELYAKUT / JINHA
RIHA – Li gundê Awurtepe yê Qerecdaxê yê Rihayê şilêrên ku bi xwezayî çêdibin di van salên dawiyê de ji aliyê gundiyan ve tê çandin. Salih Yildiz yê ku demdirêje bi çandin û xwedîkirina şilêran ve mijule diyar kir ku divê projeya kooperatîfan ya Şaredariya Bajarê Mezin yê Amedê ya ji bo şilêrên 2 salin li benda firotinêne baş bê nirandin.
Di meha îlon û mijdarê de demê çandina şilêrane û di mehên sibat û adarê de jî demê gulvekirina wane. Gelek rengên wan hene û her sala ku diçe rengekî dinê yê şilêran nû tê keşifkirin û li ser ceribandin tên kirin. Di aliyê hilberîn û ticareta wan de li Holanda tekela wan heye. Li gundê Awurtepe yê Qerecdaxê yê Rihayê şilêrên ku bi xwezayî çêdibin hene. Berî niha 20 salan ji ber gundiyên li wê nedizanîn çi li wan bikin wan hişk dikirin. Berî niha 20 salan Serokkomarê wê demê Turgut Ozal ji aliyê Serokkomanrê Holanda ve bi şilêran hatiye pêşewazî kirin. Yên ku ev 20 salin bi çandina şilêran mijuldibin li gel Şaredariya Bajarê Mezin yê Amedê bi hev re dest bi xwebatek hevbeş kirin. Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gultan Kişanak yên ku bi salane hilberîna şilêran dikin ziyaret kir û pirojeyên xwe yên ji bo zêdekirina hilberîna wan diyar kirin. Berpirsê karê şilêran Salîh Yildiz girêdayî karên xwe yên hilberîna şilêran wiha axivî: “Ev gula bedew ya ku nûneriya Kurdistanê dike em dixwazin di biniya kooperatîfê de dest bi zêdekirina hilberîna wê bikin.”
‘Em li şilêrên xwe yên ku êdî ber bi tunebûnê diçin xwedî derdikevîn’
Salih yildiz yê ku ev 20 salin li gundê Awurtepe karê hilberîna şilêran dike got: “Ji xwe ev gul di nava baxçeyên me de şîn dibû, lê ji bo çî tê karanîn me nedizanî. Berê de me dermanên giy ali wan dikir û hişk dikir. Bi vî awayî me wan qetil dikir. Bêhneke pîs jê dihat me bi navê pîvazên bêhn pîs bin av dikirin heta ajalan jî ne dixwarin.” Salîh anî ziman k udi dema Turgut Ozal Serokkomar de, li ser vexwendina Serokkomarê Holanda diçe Holanda û li wê rastî heman cureyên şilêran tê şaşwaz dibe û wiha domand: “Ji wê demê û heta niha şilêrên me yên li ber tunebûnê derketin pêş.”
‘Şilêr nûneriya Kurdistanê dike’
Salîh diyar kir ku li ser 150 donim erd 20 kes demdirêje dixebitin vî karî dikin û hîna tu berhemên keda xwe jî negirtine û wiha berdewam kir: “Me cefaya wê dikişand û hinekî dinê jî sefaya wê didîtin. Em li vêderê şilêran bi 1 TL yê difiroşin, li Ewrupa da bi 10 dolaran tê firotin. Ev du salin em nafiroşin û li vêderê dihêlin.” Sala derbasbûyî me li gel Şaredariya Bajarê Mezin yê Amedê dest bi projeyekê kir û wiha got: “Îsal Hevşaredara Bajarê Mezin ya Amedê Gultan Kişanak hat gundê me. Rengê her tiştî hat guherîn û vê xwezayê ji nû ve giyan dît. Ev gula bedew ya ku nûneriya Kurdistanê dike em dixwazin di biniya kooperatîfê de dest bi zêdekirina hilberîna wê bikin.” Salîh da zanîn ku niha di destê wan de 1 miliyon şilêr hene û ew berdewama vê gava Gultan Kişanak avêtî dixwazin.
‘Me lig ora derfetên xwe gomên wan çêkirine’
Salîh balikişand li ser awayê çandin û xwedîkirina şilêran û wiha got: “Bi giştî em wan bi xwezayî çêdikin. Em tu dermanan bi karnayînin di dema xwedîkirina wan de. Cardin jî nirxê hilberîna me nîne. Ji derveyî axa Kurdistan ev gulane li cihekî dinê çênabin. Şilêr ji bom e pir bi nirxe.” Di dawiyê de Sahîd diya kir ku divê bi porjeya kooperatîfan ya Şaredariya Bajarê Mezin zêdetir nir bên dayîna xwedîkirina şilêran.
(zt)

