Meryem ji ber neçariyên jiyanê agir berda bedena xwe

12:50

JINHA


AMED - Li ber avahiya Netewên Yekbûyi ya bajarê Teroblos ya Libnanê jina bi navê Meryem ya dayîka 4 zarokan û koçbera Suriye li wê dijî ji ber neçarî û zoriyên jiyanê agir berda bedena xwe û jiyana xwe ji dest da.


Di tevahiya şeran de yên herî mexdur dibin û jiyana wan serabin dibin jin û zarokin. Ji ber sedema şerê ev 3 salin li Surî berdewam dike gelê Surî li welatên derdorê belavbûne. Di vê belavbûna welatiyên Suriyê de weke hemû şeran cardin jin rastî astengiyên jiyanê yên mezin tên. Cardin ji neçariyê jinekê canê xwe da ber pêtên agir.


Meryem dayîka 4 zarokan ji neçarî agir berda bedena xwe


Jina bi navê Meryem ya dayîka 4 zarokan û koçbera Suriyê li bajarê Teroblos ya Libnanê jiyan dikir ji neçarî û feqîriyê bedena xwe da ber pêtên agir û zarokên xwe bê xwedî li jiyanê hêla. Meryem ji ber tuştek nebû bide zarokên xwe, bi rojan zarokên wê ji birsan digiriyan. Meryem ji ber van zoriyên jiyanê li ber avahiya Netewên Yekbûyî agir berda bedena xwe û dawî li jiyana xwe anî.


Heger pirsgirêkên jiyana koçberên Suriye neyê çareserkirin dê gelek jinên dinê mîna Meryem ji ber zoriyên jiyanê dawî li jiyan xwe bînin.


(zt)