Li Moskovayê koma reqsê ya kurdî di asta 5’emîn de serkeftî hat dîtin
13:55
Gulan
4
/ 2014
JINHA
AMED - Li paytexta Rûsya Moskovayê Olompiyata reqs û dansê ya cîhanê hatiye despêkirin û komek reqsê ya Kurdî jî beşder bû. Koma reqsê ya kurdî di asta 5`emîn de serkeftî hat dîtin.
Festîvala Olompiyata cîhanê ya reqs û dansê ya 2014’an li paytexta Rûsyayê Moskovayê di 29 nîsanê de hat despêkirin û heta 11 gulanê dê berdewam bike. Li parka Sekolnîkî ya Moskovayê koma reqsê ya Kurdî ya bi navê Mîr Esedî nimayîşek pêşkêş kir û asta 5’emîn bi dest xistin. Her wiha koma reqsê dansa Kurdî bi gelek neteweyên cîhanê dan nasîn.
(zt)

