Eren Keskin: Her cînayetek ya jinan cînayetek polîtîke
15:49
JINHA
HAMBURG – Li Hamburgê ji aliyê Asîtana Jinan ve panelek bi navê ‘deshilatî-jin-beden’ hat li darxistin. Di panelê de parêzvana mafê mirovan Parêzer Eren Keskîn diyar kir ku ew qetilkirina her jinekê weke qetilkirinek polîtîk dibînin û got: “Li herêmê salên demdirêjin tecawîz û îstismara zayendî bi awayê polîtîkaya dewletê ji bo şikandina vîna jinan tê bikaranîn. Ji bo hem di hişmendiyê de û hem jî di zagonan de guherînek çêbibin divê hemû jin tekoşînê bikin.”
Li bajarê Hamburgê yê Elmanyayê ji aliyê Asîtana jinan ve panelek bi navê “deshilatî-jin-beden” panelek hat li darxistin. Di panelê de parêzvana mafê mirovan Parêzer Eren Keskîn û aktîvîsta LGBTÎ yê weke axaftvan beşdarbûn. Endama Asîtana jinan ya ku gelek rêxistihên jinan digire nava xwe Hulya Arslan di heman rojê de ji aliyê kurdê xwe yê şîzofiren ve hat qetilkirin û vê rewşê bandorek ya xemgîniyê li ser panelê kir. Parêzer Eren Keskîn li ser Skype yê beşdarî panelê bû. Di panelê de parêzvana mafê mirovan Parêzer Eren Keskîn diyar kir ku ew qetilkirina her jinekê weke qetilkirinek polîtîk dibînin. Eren da zanîn ku li herêmê salên demdirêjin tecawîz û îstismara zayendî bi awayê polîtîkaya dewletê ji bo şikandina vîna jinan tê bikaranîn. Eren destnîşan kir ku ji bo hem di hişmendiyê de û hem jî di zagonan de guherînek çêbibin divê hemû jin tekoşînê bikin.
‘Emê li hemberî hemû binpêkirinên mafan siyasetê hilberînin’
Nûnera Komeleya Şêwirmendiya LGBTÎ ya Stenbolê Kivilcim Arat jî xebatnê xwe yên ji sala 2007’an heta niha ser LGBTÎ yan û ser marên mirovan nirxand. Kivilcim diyar kir ku wan lig elek cihan xebatnê cuda cuda yên weke atolyeyên perwerdê yên girêdayî mafê mirovan dane. Kivilcim anî ziman ku ew weke “jinek kurd, elewî û trans” armanca wan ewe ku ji qirkirina Roboskî heta ya Sêwasê, ji cînayetên jinan heta qetilkirina karkeran, ji kêmnetewan heta yên weke yên dinê tên dîtin ew dixwazin ferqan navbera wan rakin û hemû mirovan weke hev bibînin.
Yek ji damezrênera Asîtana jinan Hulya Arslan hat qetilkirin
Moderatora panelê jî endama Meclisa Jinan ya Rojbîn Meral Babur kir. Di beşa duyemîn ya panêlê de jî rêveberên têkela Asîtana Jinan ya Hamburgê Tevgera Jinên Demokrat yên Ewrupayê (ADKH) û Hevgirtina Jinên Sosyalîst (SKB) di derbarê xebatên xwe de agahî dan. Li ser navê ADKH’ê Bêrîvan Upçin axivî û armanca kampanye ya wan ya îmzayan ya bi duruşma “Li hemberî mêtîngeriya zayendî bê deng nemînin” hatî despêkirin nirxand. Rêvebera SKB’ê Hatîce Kar jî diyar kir ku wan di sala derbasbûyî de yekem car konferansek ya jinên koçber li Hamburgê dabû çêkirin û di derbarê wê konferansê de agahî da. Hatîce da zanîn ku dê konferansa duyemîn ya jinên koçber çêkin. Konferans ku giranî li ser qirkirinên jinan û cînayetên bi nefert tên dîtin hat berdewam kirin de, di dawiya panelê de jî agahiya qetilkirina endama Asîtana jinan Hulya Arslan hat bihîstin. Hat zanîn ku Hulye Arslan ya dayîka 2 zarokan û salên demdirêj xebatên jinan birêve dibir ji aliyê kurê xwe yê şîzofiren ve hat qetilkirin.
(zt)

