Li Afganîstanê rojek şîn hat îlan kirin

16:15

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN- Li başurê rojhilatê Afganîstanê hezazek hat jiyan kirin di encama hezazê de gundek bi giştî ji holê hat rakirin. Ji ber sedema heman hezazê nêzî 2 hezar û 500 kesî jiyana xwe ji dest dan.


Hîkumeta afgan ji ber hezaza hat jiyan kirin û bû sedema mirina gelek welatiyên Afgan li tevahiya welatê xwe rojekê şîn îlan kirin. Hezaz di roja înê de li gundê Ab Barîk rudabû. Ji ber sedema barîna barana zêde hezaz çêbû. Di encamê de nêzî 2 hezar û 500 kesî jiyana xwe ji dest dan. Waliyê Herêma Badahşan ya ku hezaz lê çêbûyî Şah Valiullah Adib diyar kir ku wan hêviya xwe ji 2 hezaran zêdetir welatiyên wan yên dibin hezazê de mayîn birîne. Valiullah da zanîn ku lêgera berpirsên wan ya roja şemiyê hatî despêkirin qediyaye. Valiullah destnîşan kir ku hêzên wan yên lêgerê li gel Netewên Yekbûyî tenê karîn 350 bedenên bêcan ji bin erdê derxînin.


Ji ber barîna barana zêde gumanên erd şemitîn û hezazê zêde dike.  


 (zt)