‘Dê aqubeta keçên Dêrsimê yên wenda bên pirsîn’

17:40

JINHA


KOLN- Konferansa Jinên Elewî ku li Kolnê hat li darxistin, belgeya girêdayî komkujiya Dêrsimê pejirand. Di belgeyê de roja 4’ê Gulanê roja Komkujiyekî ku li hemberî Kurdên Elewî hat nasîn, ji bo îadeya cihên ku piştî komkujiyê navê wan hatine gûhertin û biryarên weke akibeta “keçên winda” yên Dêrsimê bal kişand.


Di roja duyemîn a Konferansa Jinên Elewî ku ji aliyê Federasyona Ewliyên Demokratîk (FEDA) ve li bajarê Almanya Kolnê hat li darxistin de, nîqaş didomin. Li salona Konferansê a Zanîngeha Kolnê de pankarta bi Kirmancî a “Şima Xeyr Amê Konferansê Cigêrayîşê Rastiye de Cêniyê Elewî-hun xêr hatin konferansa jinên Elewî yên di lêgerîna heqîqetê de” li gel wêneyên Alîşêr, Zarîfe û sê jinên şoreşgerên Kurd yên li Parîsê hatin qetil kirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci li gel wêneyên Dayik Elîf ku di çanda Elewî de xedî sembolekî giringe hatin daliqandin. Konferansa hat ji bo bîranîna “yên di komkujiya Elewiyan de jiyana xwe ji dest dayîn û mexdûrên komkujiya Dêrsimê” hat pêşkêş kirin.


 


Piştî xwendina belgeyan şûnde bi dengê delegeyan ev biryar hatin girtin:


-Ji bo pejirandina hemû komkujiyên ku di tevaya dîrokê de hatine kirin heman demê de komkujiya jinê ye,


-Ji bo 4 Gulanê di navnetewî de weke rojekî pêkanîna komkujiyê li hemberî Kurdên Elewî bê nasîn û bi dadgehekî navnetewî ji dewleta Tirk hesab bê pirsîn,


-Dewleta Tirk ji qurbaniyên komkujiyê lêbûrîn bixwaze,


-Dewleta Tirk heya roja îro hemû komkujiyên li Kurdistanê kirine bi pejirîne, dawî li zextên li ser zimanê dayikê û baweriyan bîne,


-Hemû arşîvên dewletê bên vekirin,


-cihê gora Seyît Riza û hevalên wî were aşkere kirin,


-Piştî komkujiyê cih, tax, kolanên ku navê wan hatine gûhertin cardin bên sererast kirin, di serî de Dêrsim, navê gund û navçeyan cardin bê îade kirin,


-Bîrdariyên komkujiyê bên çêkirin,


-Aşkere kirina ku keçên winda yên Dêrsimê ka weke ganîmetên şer hatin pêşkêş kirina kê, çend kes hatin koçî kî kirin û aşkere kirina ka çend kes birin kîrê û kirine zarokên kê,


-bi dawî kirina yek ji rûyê din yê komkujiyê talankirina xwezayê, kêliyek pêş a din çêkirina HES’an bên rawetandin,


-çêkirina qereqolan bê rawetandin, rakirina sîstema cerdevaniyê,


-bi dawî kirina bi karanîna bawerî û ol ji aliyê siyaseta dewletê ve,


-hemû astengiyên li pêşiya civaka Elewî ji bo baweriya xwe jiyîn û pêşxistinê de bên rakirin,


-hemû komkujiyên ku çêbûne di kesayeta komkujiya Dêrsimê de, Maraş, Çorum, Malatya, Sîvas, Gazî divê ev komkujiyane jî bên zelal kirin.”


Konferans bi mijarên “pirsgirêkên jinên Elewî yên li Ewropa” û “şêweyê rêxistinbûnê” didome.


 


(zt)