3 jinên ku li hemberî pergala baviksalarî serî neçemandine

10:47

Beritan Elyakut - Sarya Gozuoglu / JINHA


AMED – Li Amedê 3 jinên ku li hemberî deshilatiya mêran serî na çemînin. Her 3 jinan Salona Taştê ya Menemen ya Mitfexa Malê vekirine û ev 9 salin bi serkeftî têde kar dikin. Jinan diyer kirin ku ji bere w karek pak dikin ji miştêriyên xwe bertekên erênî digirin. Ji wan jinan Nazli Ateş bang li hemû jinan kir ku tevlî jiyana kar bibin û got: “Bila jin di malan de nerunin tevlî jiyana kar bibin û bikarin li ser lingên xwe bisekinin.”


Jinên ku bi salanin di hindirê malan de xwe girtine êdî tevlî jiyana kar dibin û dijêjin “Vaye em jî hene.” Li semta Ofisê ya Amedê 3 jinên ku bi hev re di  Mutfexa Malbatê ya Salona Taştê ya Menemen de xwarinên taştê çêdikin, di jiyana kar  de ji xwe bawer bûne û hewil didin ku bi gavên zêdetir berew pêş biçin. Her 3 jinên ku xizmên hevin di aliyê aborî de hem li ser lingên xwe disekinin û hem jî xizmetek pak ji bo welatiyan dikin û memnunyeta wê jiyan dikin. Ji wan jinan Nazli Ateş ya 26 salî ku 9 sale vî karî dike girêdayî karê xwe nêrînên xwe vegot û hem jî dixwaze hemû jin din ava jiyan kar de cîh bigirin.


‘Her karî em bi hev re dikin’


Nazli da zanîn ku ew ji karê xwe raziye û 9 salin bê navber vî karî dike û wiha got: “Dema ku jin bi hev re kar dikin xwe rehet hîs dikin. Ez bi hev re xebitîna jinan weke awantaj dibînim. Hevalek min ev 6 mehe û ya dinê jî ev 3 mehe dixebitin. Ez her dem ji wan re kar û xebate vê derê vedibêjim. Hinekî din jî xizên min carnan tên li vêderê û ew jî dixwazin bixebitin.” Nazli anî ziman ku ji ber di karê wan de hiyerarşiya jin û mêran nîne ew ji karê xwe ewqasî hesdike û wiha domand: “Heger lî vêderê mêrek 9 salan xebitîbana teqez dê weke patron nêzîkatî kiribana. Lê dinava jinan de tiştên wiha nabe. Li vêderê petron nîne, em hemû karî bi hev re dikin. Newekhavî nîne.”


‘Em bertekên erênî digirin’


Nazli destnîşan kir k udi nava rojê de 12 saetan cihê wan vekiriye û wiha berdewam kir: “Ji ber jin karê xwe zêdetir pak dikin tercîha xwarina wan zêdetir heye. Ez li vê derê ji karê xwe razîme. Em bertekên erênî digirin. Em gelek jinan nasdikin tên li gel me û em êdî mîna malbatan lêhatine. Êdî pir kêm miştêriyên me yên biyanî çêdibin.”


‘Keda jinan ji nedîtî ve lêtê nêrîn’


Nazli bilêv kir ku çêkirina xwarinê hem ji bo jinan karekî gelek hêsane û hem jî karê herî zêde jin ji kirina wê hez dike û wiha got: “Jinek li cihekî ji derve ne xebite jî karê k udi hindirê mala xwe de dike pir bi pakî dike, lê ev weke kar nayê dîtin. Em û jinên di nava malê de heman karî dikin. Lê em berhemê keda xwe digirin û keda wan jî weke kar nayê hesibandin. Dema ku muşteriyek ji bom e dibêje destê we saxbe em gelek şanaz dibin. Din av malê de xwarin çêkirin weke karê jinan tê dîtin û kes di hindirê malê de sipasiya wê keda ku jin didin nake. Bi vî awayî keda jinan di hindirê malê de ji nedîtî ve lê tê nêrîn.”


‘Bi xebata xwe hêza xwe ya cewherî qazanc dikim’


Nazli diyar kir ku berî dest bi vî karî bike di malê de runiştî bû û wiha domand: “Bi kar kirinê hem min hêza xwe ya cewherî qazanc kir û hem jî mink arî di aliyê aborî de li ser lingên xwe rawestim. Ez li cihekî ne dibin bandora mêran de dixebitim û di Karim alîkariya malbata xwe jî bikim. Bila tu jin di malê de nesekine û derkeve bixebite. Tuştek bi qasî bi xwe pere qazanc kirinê xweş nîne. Bi xwe pereyê xwe mesref dikê û nabê mined darê kesê.”


(zt)