Şaredarên jin bi 4 rêgezan rêvebertiya herêmê dikin
15:22
Gulşen KOÇUK – Eylem DAŞ / JINHA
MÊRDÎN – Şaredara BDP’ê ya Nisêbînê Ayşe Gokkan, got ku di rêveberiyên herêmî yên Tirkiyeyê de feraseta mêr li pêş e, dibêjin ‘Her kes dikare bibe şaredar’ lê di rastiya cinsiyeta civakê de ne wisa ye, tenê mêr dikarin bibin şaredar. Ayşe, da zanîn ku bi xebat û hewldana şaredariya jinê, zîhniyeta serdest a mêr ber bi guhertinê ve diçe.
Şaredarên jin ên BDP’ê bi xebat û xizmetên xwe li Tirkiyeyê bûn mînak. Şaredariyên jin ên BDP’ê armanc dikin ku rengê jinê di nava jiyanê de bidin xuyakirin. Şaredar Ayşe Gokkan, destnîşan kir ku di rêveberiyên herêmî yên Tirkiyeyê de feraseta mêr li pêş e lê bi xebat û hewldana şaredariya jinê, zîhniyeta serdest a mêr ber bi guhertinê ve diçe.
Di nav 2 hezar 903 şaredariyan de tenê 26 şaredarên jin hene. Di nav 32 hezar 390 endamên meclisa giştî ya bajêr ên Tirkiyeyê de tenê 478 jin di meclisa giştî ya bajêr de cih digirin. Di nav 26 şaredarên jin de 14 şaredarên jin ên BDP’ê hene û 170 jin jî di meclisa giştî ya bajêr de cih digirin. Di hilbijartina 29’ê adarê sala 2009’an de; li Baglarê Yuksel Baran, li Bismilê Cemîle Emînoglu, li Egîlê Petek Çapanoglu, li Licê Fîkriye Aytîn, li Geverê Ruken Yetîşkîn, li Sixkê Nezahat Erguneş, li Qilabanê Şukran Sîncar, li Bazîdê Canan Can Korkmaz, li Gimgê Gulşen Deger, li Dêrikê Çaglar Demîrel, li Nisêbîn Ayşe Gokkan, li Barmanê Gulbeyaz Guneş, li Dêrsimê Edîbe Şahîn û li Weranşarê jî Leyla Guven bûn şaredarên BDP’ê.
‘Xebatên şaredarên jin’
Şaredariyên BDP’ê Paradîgmaya Azadiya Zayendî, Ekolojîk û Demokratîk esas digirin. Jinên BDP’î armanc dikin ku rengê jinê di nava jiyanê de di nava gel de bidin xuyakirin. Jinan Baglara Amedê, Wêranşara Rihayê, Nisêbîna Mêrdînê, Dêrsim û Gimgima Mûşê wekî bajarê jinan îlan kir. Navendên Piştevaniya Jinê yên girêdayî şaredariyên BDP’ê yên wekî KADEM, VAKASUM, SELÎS yên Erxenî, Êlih, Nûjîn ya Bîsmîlê, Nujiyan ya Lîceyê, DÎKASUM, Ceren, EPÎDEM, Kardelen a Rezan, Jinwar a Çinarê, Meya ya Farqînê, Gulşîlav a Nisêbînê, Sitîya Jîn a Cizîrê, Îştar a Akdenîzê, Pelşîn a Dêrikê, Mala jiyanê ya Dêrsimê, Zilan a Şirnexê, Binevş a Colemêrgê, Mizgîn a Tetwanê, Berfîn a Sêrtê, Viyan a Sîlopiyê, Nuda ya Qoserê vekir.
‘Konferansên rêveberiyên herêmî’
Ligel xizmetan şaredar, endamên meclisa şaredariyê, endamên meclisa giştî yên bajêr û siyasetmedarên jin ên BDP’î yekem car di sala 2010'an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê “Konferansa Jinan a Rêveberiya Herêmî û Ekolojiyê" pêk anî û 2’emîn konferansa xwe jî li Amedê pêk anîn. Di hilbijartina herêmî heya îro 3 şaredarên jin, bi dehan endamên şaredariyê û endamên meclisa giştî ya bajar ên BDP’ê hatin girtin. Şaredarên jin ên BDP’ê bi xebat û xizmetên xwe li Tirkiyeyê bûn mînak, yek jî van şaredaran şaredara Nisebîna Mêrdînê Ayşe Gokkan e. Ayşe, der barê xebatên rêveberiyên herêmî de nêrînên xwe ji ajansa me re parve kir.
‘Şivan û Berîvan…’
Aşye Gokkan şaredara BDP’ê ya Nisebînê ye. Şaredar Ayşe Gokkan, destnîşan kir ku di rêveberiyên herêmî yên Tirkiyeyê de feraseta mêr li pêş e, dibêjin ‘Her kes dikare bibe şaredar’ lê di rastiya cinsiyeta civakê de ne wisa ye, tenê mêr dikarin bibin şaredar. Ayşe, diyar kir ku jin li Nisebînê mîsyoneke polîtîk bi dest xistiye, jin bi hêza jinê hewldide ku civakê bi guherîne û wiha got: “Li Kurdistanê kar û barê jinê li gorî baskên kar ên kapîtalîzmê nehatiye cudakirin. Jin jî wekî mêr di qada îktîsadê cih digire. Di qada çotkarî û xwedîkirina ajalan de jin û mêr bi hevre dixebitin û hilberîneke hevpar derdixin holê. Li herêmê mêr şivanê, jin jî berîvanê. Ji ber vê sedemê jî li herêmê rêvebertiya jin û mêran rihettire.”
‘Keda ku jin dide dê bê dîtin’
Şaredar Ayşe, diyar kir ku li hemberî pirsa ‘jin dê çava bibe vînek û bê vîna mêr jiyaneke serbixwe avabike?’, jin bi rêxistinbûna Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk bersiv dide vê pirsê. Ayşe, da zanîn ku li herêmê têkoşîna jinan li pêş e, ji ber vê şaredariya jinê jî asayî tê dîtin. Şaredar Ayşe, da zanîn ku 50 sal beriya niha li Nisêbînê 3 muxtarên jin hebû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dayika Apê Musa (Musa Anter) muxtar bû, lê gelek kes nizane. Ev tişt tê wateya keda ku jin dide nayê dîtin.”
‘Jin feraseta otorîteyê qebûl nakin’
Ayşe, destnîşan kir ku di rêveberiya jinê de nêzîkatiya otorîteyê nîne û wiha nêrînên xwe anî ziman: “Jin li hemberî mêrên otorîter gelek caran nikare xwe îfade bike. Lê li hemberî jinê bêtir rihet e û dikare xwe îfade bike. Ji ber vê jî dema şaredar jin be pirsgirêkên bajêr bêtir derdikevin holê, her kes rihetir dikare xwe bine ziman. Di rêvebertiya jinê de burokrasî, elîtbûn û otorîteya fermî nîne.”
‘Şaredarên jin rolek aktif girtin’
Şaredar Ayşe, kursên ku ji hela şaredariyê ve tên vekirin ji bo îstîhtamkirina jinê girîng e wiha dirêjî da axaftina xwe: “Herî zêde jin tevli kursan dibin û dixwazin tevli îstîhdamê bibin. Jin bêtir tevli xebatên Mala Piştgiriya Perwerdê dibin. Gelek qad hene wekî qadên mêr tê nasîn. Wekî plansaziya bajêr û teknîkerên înşaatê. Dema jin plansaziya bajêr û teknîkeriya înşaatê bikin dê ev rol û misyona mêr ji holê radibe. Bi şaredariya jinê, zîhniyeta serdest a mêr her ku diçe diguhere.”
‘Em rolên cinsiyeta civakê red dikin’
Ayşe Gokkan, daxuyand ku afirandina lîjneya jinê ya bi feraseta jinê girîng e û wiha axivî: “Jin dema pirsgirêkên şaredariyê re eleqeder dibe bi nêrîna azadiya zayendî nêz dibe. Em wekî şaredariya Nisebînê dê her tim li hemberî rolên cinsiyeta civakê têbikoşin. Bi lîjneya jinê, jin di qadên zabita, teknîk û çapemeniyê de cih digirin. Ev wekî stratejiyek tê birêvebirin. Her tim jin wekî sekreter dimîne û li cih xwe dimîne. Em hewl didin ku rolên cinsiyeta civakê bi xebat û hewldanên xwe biguherînin.”
‘Stratejiya me wekî sînerjiyê di nava civakê de belav dibe’
Ayşe, destnîşan kir ku Nisebîn wekî bajarê jinê hat bijartin û ev sînerjî di nava civakê de belav bû. Ayşe wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tenê di rêziknameya BDP’ê de kotaya cinsiyetê heye. Stratejiyên bi vî rengî bandorê li ser şaredariyan dike. Jin dema bi hêza jinê li ser piya bimîne, bêtir bi wêrek dibe. Di qada civakî û perwerdê de bandora şaredarên jin girîng e. Heke li hemberî jinê şîdet hatibe bikaranîn, em peymanên xwe fes dikin. Em di rêvebertiya şaredariyê de demokratîkbûn, ekoloji, azadiya zayendî û tevlibûna giştî esas digirin.”
Wêne –Foto: Gulşen Koçuk, Eylem Daş
(ha/ la)

