Dem dema lêxistina rengên ku li ser vê axê hatîn veşartine …
13:06
Zehra DOGAN/JINHA
MÊRDİN – Hunermenda kurd Rumeysa Kanat xebatên xwe yên di derbarê videoya bi navê ‘Jinên Mezopotamya’ ya ku dê di pêşangihên navnetewi yên cîhanê de cîh bigire qedandiye û girêdayî xebatên xwe wiha got:“Ez dixwazim bi pênc deqîqeyên xebata xwe wî rengê reş yê ku qirêjiya polîtîkaya serdestan bi jinên kurd dane jiyan kirin. Ji wan derdan jî neçar mane reş girêdane. Wan kincên reş ji xwe bikin û vegerin tekoşîn û rengên xwe yên berê. Divê em ji bîr nekin rengê reş tenê rengan diveşêre û ji ber çavan wenda dike tune nake. Divê jinên kurd tekoşînê bikin û demek ji ya dinê zutir rengên xwe yên veşartî û nayên dîtin ji bin wî rengê reş derxîne ber çavan. Ji ber ku qiralîçeyên min di her demsalê de cuda dijîn û ji bo wê jî her demsalê pêdivî bi rengekî cuda dibîne.”
Gelek neviyên hunermendên kurd yên weke Eyşeşean, Mir Bedirxan, Meryemxan, Ehmedê Xanê, Cigerxwîn û gelek dinê yên ku li ser axa Mezopotamya jiyane niha pîşeyên pîrik û kalikên xwe berdewam dikin û karê hunerê dikin. Yek ji wan hunermendan jî pekyekltiraşa kurd Rumeysa Kanat e… Rumeysa din ava malbatek ku di salên 1990’an de nesîbê xwe ji koçberiyê girtiyî de çavên xwe li jiyanê vekiriye. Rumeyasa diyar kir k udi gava yekem de ji bo dayîna jiyankirin ya hunera Mezopotamya yê li hemberî malbata xwe serî hildaye û di Fakulteye Hacîtepe de beşa hunerê ciwanekan xwendiye. Dema ku mewzun bûye malbata xwe li Enqereyê hêlaye û hatiye cihê lê cavên xwe li jiyanê vekiriye. Di Atolyeya Tasarimê ya Cemîl Îpekcî de cil û bergên kurdî didirun û bi huner hezan re tên bahev. Rumeysa bi tesarimê despêkiriye û niha bi wêne, vîdeo û peyîkelteraşiyê berdewam dike. Rumeysa bi navê “Rumi Kanat” marqayek çêkiriye û çanda kurdi ya ku ayîdê Mezopotamyaye bi hemû tayîbetiyên xwe ve di çapa cîhanê de bi tevlîbûna pêşangihan dide nîşandan.
‘Bi cîhanê dayîna nasîna jinên Mezopotamyayê deyînê mine’
Rumeysa da zanîn kul i gorî hişmendiya jinan li Mezopotamya hekîme jî ji aliyê hêzên deshilat ve bi polîtîkayên qirêj ew hişmendiya jinan di bin sîberê de maye û wiha got: “Divê ew hêza tekoşînê ya jinên kurd ji aliyê hemû cîhanê ve bê nasîn. Ez desturê nadim ku ji aliyê Tirkiye û cîhanê ve jinên kurd weke paşdemayî bên dîtin. Ji ber vê min weke jinek kurd li hemberî malbata xwe serî hilda û huner tercîh kir. Bi vî awayî ez dixwazim rastiya hêz û cesareta jinên kurd bidim nasîn. Di vî aliyîde çî bikeve li ser milê min ezê bikim û ev deyînê mine.” Rumeysa destnîşan kir ku hema piştî qedandina zanîngiyê di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de pêşangihek kesanî vekiriye û di wê pêşangihê de tayîbetiyên jinên Mezopotamya yên nayên zanîn da pêş û naskirin.
‘Hemû reng di dilê jinên Mezopotamyayê de veşartîne’
Rumeysa ya ku dê bi vê vîdeoya xwe ya bi navê ‘Jinên Mezopotamya’ di pîşangiya navnetewi ya cîhanê de cîh bigire anî ziman ku sazumaniya xwebata wê ya vîdeoyê qediyaye. Rumeysa da zanîn ku armanca wê ya van xebatan ji nû ve giyan dayîna rengên Mezopotamya yên ku ji aliyê deshilatiyê ve hatine tunekirine û wiha berdewam kir: “Ji xwe vîdeoya jinên Mezopotamyayê her demê di ramanên min debû, lê weke kum in ji demê re hêlaye lê hat… Niha dibêjim demê rast bê karanîn eve. Di vê xebata xwe de weke min gotî dixwazim şê, şanaz, hêvî, dîrok û hemû tiştên van jiyan jiyan kirine bidim. Li ser axa Mezopotamya her keça ku çavên xwe li jiyanê vedike di haman demê de weke jinekê tê dunyayê. Ew tucarî nabe zarok ew jin. Her çendî ku temenê wan biçuk bejî li ser vê axê her zarokek keç vê hîs dike û jiyan dike. Ji van jinên biçuk re jinên Mezopotamya dibêjim. Bi rastî jî gelek tuşt heye. Lê ya ku tayîbetî ez dixwazim balê bikişînim li ser jî her çiqasî êşan bijî, bên tune kirin û perçiqandin jî lê hinek reng di dilê me de tune nabin. Her çendî ku hişmendiya derdest difikire ku wan ew reng hemû tune kirine jî lê dê rofek bê ew rengên di dilê zarokên keç yên Mezopotamya de veşartî derkevin holê.”
‘Qiralîçeyên min yên Mezopotamyayê her demsalekê cuda dijîn’
Rumeysa armanca xwe ya vê xebatê wiha anî ziman: “Min xweset hinekî bi çavên jinên krud li Mezopotamyayê binêrim. Min din ava amêrên muzîkê de def helbijart. Ji ber def di çanda kurdan de xwediyê cihekî giringe. Def hem di şahiyan de û hem jî di demên lorînên xemginiyan de din ava kurdan de tê lêdan. Defa ku em lêdixin ji bo ku ew çanda Mezopotamya ya ji aliyê deshilatan ve hatî binax kirin ji nû ve zindî kirina wê. Ez dixwazim bi pênc deqîqeya xebatên xwe wî rengê reş yê ku jinên kurd ji derd û xemgîniya qirêjiya polîtîkaya serdestan jiyan kirine û ji wan derdan li xwe kirine, ji xwe bikin û vegerin rengên xwe yên berê. Jinên Mezopotamya bigihijin reng û tekoşîna xwe ya berê. Divê em ji bîr nekin rengê reş tenê rengan diveşêre û ji ber çavan wenda dike tune nake. Divê jinên kurd tekoşînê bikin û demek ji ya dinê zutir rengên xwe yên veşartî û nayên dîtin ji bin wî rengê reş xelas bike û derxîne ber çavan. Ji ber ku qiralîçeyên min di her demsalê de cuda dijîn û ji bo wê jî her demsalê pêdivî bi rengekî cuda dibîne.”
‘Di tekoşîna jinên Mezopotamyayê de herikînek nû despê kir’
Rumeysa anî ziman ku her jinek kurd ya Mezopotamyayê di heman demê de hunermendeke û wiha got: “Ji ber huner di kîjan demê de din ava kî jan civakê de biç î awayî xwe dide jiyan kirin bi tekoşînkirina wî gelî ve girêdayiye.” Rumeysa da zanîn ku tekoşîna ev 30 sale jinên kurd ji bo nasnameya xwe didin tenê kesên k udi xwediyê giyanek hunerî dikarin karê wiha bedew bikin û wiha domand: “Ez tekoşîna jinên kurd dişibînim jinên mezopotamyaya kevnare yên ku mîna kulîlkên rengareng kesrewan çêdikirin. Jinan bi kedek bê hempa bi şev û roj dixebitîn heya ev derfet avakirin û jinên kurd gihandin vê astê. Weke çêkirina derdora kesrewanan yan jî yazmeyan bi hunandina jiyanê hêdî hêdî gihandine vê astê. Ev yazma her dem li hemberî polîtîkayên mêtîngeran sekna jinên Mezopotamya ya li ser lingên xwe sekiniyîn bibîr dixe.”
Dahata pêşangiyê û ji bo jinên şidetê dibînine
Rumya balkişand li ser 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Hember Şideta li ser jinan û wiha berdewam kir: “Dê pêşangiha mina navnetewi yê li gel wê jî xebata min li ser jinên Mezopotamyayê li Îzmîrê bê pêşandan. Dê bi hunerhezên Înternatîon Activist Artists Association re bê bahev. Ezê cil û bergên jinên Mezopotamya yên kum in girtine dest û taqiyên wan di galariyên cuda de nîşandana wan berdewam dikim.”
‘Di nava tekoşîna jinê de bi hunera xwe ezê jî bêjim vaye ez jî heme’
Rumeysa balkişand li ser awayê tekoşînê û wiha axivî: “Ez dixwazim despêkê hunerê xwe li ser axa xwe bidim nîşandan. Lig ora min beriya jinek kurd li cihên weke Ewrupa hunerê xwe bidin nîşandan divê li ser axa xwe hunerê xwe bi îlhamgirtina ji wê axê binexişîne. Ez tekoşîna jinên kurd ya li ser vê axê giring dibînim û dixwazim bi hunerê xwe tevlî bibim û bêjim vaye ez jî heme.”
(zt)

