Eleqeya mezin ya li hemberî Felstîfala Çand û Hunerê ya Avasipî
14:53
JINHA
ŞERNEX – 3’emîn Festîfala Çand û Hunerê ya Avaspi ya ku ji aliyê Şaredariya Qilabanê ve hatî organîze kirin û ev du sal bû ji ber qirikirina Roboskiyê ne dihat kirin bi despêkirina bi hezaran welatiyan despêkir.
Li herêma Avasipi ya navçeya Qilabana Şirnexê 3’emîn Festîfala Çand û Hunerê ya Avaspî despêkir. Feltîfal ji aliyê Şaredariya Qilabanê ve hatiye organîze kirin. Ev du sal bû ji ber qirikirina Roboskiyê ne dihat kirin. Festîfala ku bi despêkirina hezaran welatiyan despêkir bi kelecan bedewam dike. Li qada Festival wêneyê Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan û Sakine Cansız, Fidan Dogan, Leyla Şaylemez li gel Pêşengê PKK’ê Mahsum Korkmaz (Egid), Haki Karer, Mazlum Dogan li gel wan jî panqartên weke “Em civaka azad û demokratîk avabikin û çanda tecawîzê derbas bikin”, "Qirkirin û komkûjiyan bişkênin", "Em komkujiyên Dêrsim, Koçgiri, Sêwas, Gurgum û Roboski jibîr nakin" cîh girtin.
Di Festîfalê de weke dinê Hevşaredara gişti ya HDP’ê Sabahat Tuncel, Parlementerên HDP’ê yên Şirnexê Faysal Sariyildiz û Selma Irmak, Şaredarê Şirnexê yê berê ku berî niha demekê ji doza KCK’ê tahiliye bûyî Ramazan Uysal, rêveberên BDP’ê yên navend û navçeyan, gelek hevşaredar û endamên meclisên BDP’ê li gel girseyek bi hezaran welatiyan amadebûn. Çanda havînan derketina zozanan ya gelê herêmê ya ji dîrokek kevnare ya zêdetirî 2000 salan tê. Li gel hemû zorî û tundiyên pergala deshilatiyê jî hîna ev çand xwe dide jiyan kirin. Di saetên serê sibê de ji hemû gund, navçe û navenda Şirnexê welatî herikîn zozanên Avasipî û festîfalê despêkir. Welatiyê ku diherikin zozanên Avasipî li ber dengê muzîka zindî dîlanê digirin û hesreta xwe ya bi salan ya xerîbiya wan zozanan tînin ziman. Welatî li wê dîlana aştî û aramiyê dixwazin. Avaspî bi hemû bedewî û şanaziya xwe diherike û diçe. Li derdora wê jî kon hatine vedan û li derdora konan jî agir pêketine û xwarin tên çêkirin.
(zt)

