'Emê li derdora Serokatiya xwe bibin xelek'

08:44

Asiye TEKİN-Zehra DOGAN / JINHA


AMED – Jinên BDP’ê komploya siyasi ya 6’ê Gulanê ku ji aliyê MÎT’ê ve li ser Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan li Payîtexta Suriye Şamê hatibû amadekirin nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Di kesayeta Şehîd Zîlan de her dem bersivek ya jinên kurd li hemberî êrîşên li ser Serokatiya me hene. Piştî çalakiya Zîlan tekoşîna gelê kurd zêdetir mezin bû. Hêzên ku dixwestin êrîşî ser Serokatiya me bikin di kesayeta jinên kurd de ji tevgera gelê kurd tirsan. Emê weke jinên kurd her dem li dora Serokatiya xwe bibin xelek.”  


Îor roja salvegera komploya k udi 6’ê Gulana 1996’an de ji aliyê MÎT’ê ve li Payîtexta Suriyê Şamê ser Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan hatî kirine. Tonek teqemenî xistibûn hindirê Qamiyonekê û dê bi wê êrîş kiribana. Girêdayî komploya wê demê endama Meclisa Jinan ya Bajarê Amedê Medîne Ete diyar kir ku tekoşîna gelê kurd komplaya wê demê şikand û wiha got: “Roja 6’ê Gulanê salvegera komploya sala 1996’an ser Serokê gelê kurd Abdullah Ocalan û hevalên wiye ji ber wê jî ji bom e rojek reşe. Komploya Şamê û ya di heman rojê di sala 1972’an de darvekirina Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan ji hev ne cudane û ne tesadufeke. Xwestin di 6’ê Gulanê de nasnameya siyasi ya gelê kurd tune bikin lê di wê komploya xwe de bi ser neketin.” Medîne da zanîn ku roja 6’ê Gulanê rojek reşe û dê tucarî ji aliyê jinên kurd ve neyê ji bîr kirin. Medîne destnîşan kir ku tekoşîna azadiyê ya jinên kurd ku îro di cîhanê de mînakek ya herî diyare bi PKK’ê hatiye despêkirin.   


Şehîd Zîlan li hemberî komployê xwe feda kir’


Medîne derbirî ku kevneşopiya tekoşînê ya jinên kurd li hemberî komploya siyasi xwe kirin mertal û wiha domand: “Di 30’ê Hezîrana sala 1996’an Zîlan bejna xwe bi bombeyan pêça li Dêrsimê çalakiyek kir. Ev çalakiya wê hem li hemberî komploya 6’ê Gulanê bû û hem jî ji bo bi hêzbina tekoşîna jinên kurd û gelên cîhanê yên berxwedanvan. Çalakiya Şehîd Zîlan çalakiya yekeme bû di dîroka PKK’ê de. Şehîd Zîlan weke jinek pir baş di ferqa komploya ser Serokê gelê kurd debû. Her wiha bi çalakiya xwe nîşanda ku her demê li hemberî êrîşên bi vî awayî bersivek ya ku jinên kurd bidin heye. Bi çalakiya wê tekoşîna gelê kurd zêdetir mezin bû. Emê jî weke jinên kurd li hemberî komloyan zêdetir bi hêz bibin û tekoşîna xwe zêdetir mezin bikin û li peyî şopa wan riya xwe berdewam  bikin.”


‘Emê li Serokatiya xwe xwedî derkevin’


Medîne wiha axivî: “Şihadeta Şehîd Zîlan li hemberî komploya li ser Serokatiya me bersivekbû.” Medîne li Serokatiya xwe xwedîderketin û despêkirina kampanyeya bi navê “Azadiya Ocalan” bibîr xist û got: “Ji ber Birêz Abdullah Ocalan pêşengî ji jinan re kir û di aliyê tekoşîna zayendîde bû hêzek ji bo jinan. Ji ber wê jî ji bo jinên kurd Abdullah Ocalan xwediyê cihekî gelek girînge. Ji ber wê jî emê li Serokatiya xwe xwedî derkevin û kampanyeya xwe mezin bikin.”


‘Komploya Şamê ne komploya yekêye’


Endama Meclisa Jinên BDP’ê Nazîre Tusun jî diyar kir ku komploya 6’ê Gulanê ne komploya yekê ye li ser Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan hatî kirin û wiha got: “Di komploya 6’ê Gulana 1996’an li Şamê de MÎT bi ser neket. Hêzên mêtînger yên navnetewî zanîn ku dê di Rojhilata Navîn de nikarin komployak wiha bikin. Di roja 9’ê Cotmehê de Serokê me ji Suriye derxistin. Ev êrîş di bingerhê xwe de berdewama komploya sala 1996’an bû. Di komploya navnetewi ya ku tirkan jî cihê xwe dinavê de digirt di 15 Sibata sala 1999’an de Serokê me girtin bin tecrîdê.” Nazîre balkişand ser di dîroka PKK’ê de yekem çalakiya bi şêweyê fedayî ya Zîlan û tu carî jinên kurd li hemberî van çalakiyan serî netewandine.


‘Emê li derdora Serokatiya xwe bibin xelek’


Nazîre wiha axivî: “Emê weke jinên kurd li derdora Serokatiya xwe bibin xelek.” Nazîre diyar kir ku her demê li hemberî êrîşên ser Abdullah Ocalan jinên kurd bersivek ya bide heye. Nazîre anî ziman ku piştî çalakiya Zîlan tekoşîna gelê kurd zêdetir mezin bû û wiha domand: “Yên ku dixwestin êrîşî ser Serokatiya me bikin di kesayeta jinên kurd de ji gelê kurd ditirsan.”


‘Komplo bi qirkirinan berdewam dike’


Endama Meclisa Jinan ya Bajêr Şîrvan Goçer jî komploya ser Abdullah Ocalan weke qirinek siyasi bin av kir û wiha got: “Em komployên 6’ê Gulanê yam ser Serokatiya me û hem jî roja darvekirina Denîz Gezmîş wana bi tundî şermezar dikin. Lê tekoşîna gelê kurd her dem ev komployana valederxistine.” Şîrvan anî ziman ku hîna komployên ser gelê kurd bi qirkirinan berdewam dike û wiha berdewam kir: “Li gel pêvajoya çareseriyê emê tekoşîna xwe bilind bikin û bibin bersiva komployê.”


(zt)