Li Berçê yekem meclisa jinan
11:20
JINHA
AMÊDIYÊ- Li Herêma Federala Kurdistanê yekem care meclisek ya jinan tê avakirin. Li gundê Berçê yê Amêdiyê civînek ya jinan hat li darxistin. Di civînê de 500 jin amadebûn û li ser pirsgirêkên jinan hat nîqaşkirin. Di dawiya civînê de Meclisa Jinan ya Berçê hat avakirin. Di meclisê de 10 jin hatin hilbijartin û dê dest bi peyîwira xwe ya ji bo karê jinan din ava gund de bikin.
Li gundê Berçê yê girêdayî navçeya Amêdiyê ya bajarê Duhokê yê Herêma Federala Kurdistanê yekem care meclisek ya jinan avadibe. Di civîna avakirina meclisê de 500 jin amadebûn. Jinan di civînê de li ser pirsgirêkên jiên nava gund û jinên Herêma Federala Kurdistanê nîqaşkirin. Di dawiya civîna xwe de endamên meclisa xwe hilbijartin. Di encama hilbijartinê de ji nava 500 jinan 10 jin weke peyîwirdarên Meclisa Jinan Berçê hatin hilbijartin.
Jinên din ava meclisê de hatin hilbijartin diyar kirin ku ji bo pêşdebirina karê jinan li nava gund çî bikeve ser milê wan dê bikin û dê ji bo pêşdebirina jinan jî dest bi projeyan bikin.
(zt)

