Şaredariya Surê civîna xwe ya meclisê ya yekem ji gel re vekirî pêkanî
12:50
JINHA
AMED – Şaredariya Surê civîna xwe ya meclisê ya yekem li ber bîrdariya Ugur Kaymaz li darxistin. Di civînê de Hevşaredara Surê Fatma Şik Barut wiha axivî: “Li nava Surê me amadekarî ji bo vekirna meclisên xwe kirine û meclisên me li benda avakirinêne. Di hemû xebatên me de em pêşiniyar û talebên welatiyan beçav digirin. Ev civîna me li Parka Ugur Kaymaz hat li darxistin. Bi vê buneyê em zarokên xwe yên ku ji aliyê dewletê ve hatîn qetilkirin bibîrtînin.”
Yekem civîna meclisê ya Şaredariya Surê ji bo gel vekirî pêkhat. Civîna meclisa şaredariyê li ber bîrdariya Ugur Kaymaz pêkhat. Di civînê de endamên STK yê, Hevserokên Surê Fatma Şik Barut û Seyîd Narîn jî amadebûn. Di despêka civînê de dahat û daçona mehekê ya aboriyê hat xwendin û paşê jî Hevşaredarê Surê Seyîd Narîn desr bi axaftinê kir. Seyîd diyar kir ku ji bo ew projeyên xweyên 5 salan bi gel re parvebikin xwestine li ber bîrdariya Ugur Kaymaz civîna xwe li darbixin û wiha got: “Emê projeyên xwe yên 5 salan bi gel re par bikin. Emê bi civînên xwe yên bi gel re welatiyan tavlî karê şaredariyê bikin. Bi vê wateyê em ji hemû saziyên Amedê yên weke saziyên civaki yên sivîl, odeyan, komeleyan, wexfan, sektorên turîzmê û Zanîngiha Dîcle jî din av de em ji hemû dam û dezgayên Amedê alîkariyê dixwazin.”
‘Emê ji hemû herêman komusyonên cuda cuda avabikin’
Seyîd destnîşan kir ku ew dê bi hişmendiya şaredariyek hemû kesîman bigirin nava xwe karbikin û wiha domand: “Turîzim, kultur û di hemû navendên dinê de dê komûsyonên cuda cuda avabikin. Emê projeyên xwe yên 5 salan li gel komûsyonan bi hev re li darbixin.”
‘Emê lig ora rêgezên şaredariyek şefaş karbikin’
Hevşaredara Surê Fatma Şik Barut diyar kir ku dê bi rêbaza şaredariyek şefaf bixebitin û wiha berdewam kir:“Li nava Surê me amadekarî ji bo vekirna meclisên xwe kirine û meclisên me li benda avakirinêne. Di hemû xebatên me de em pêşiniyar û talebên welatiyan beçav digirin. Ev civîna me li Parka Ugur Kaymaz hat li darxistin. Bi vê buneyê em zarokên xwe yên ku ji aliyê dewletê ve hatîn qetilkirin bibîrtînin.”
(zt)

