Li Gimgimê êrîşî ser Cem Eviyê kirin 2 kuştî û 3 birîndar hene

14:54

JINHA


MUŞ – Ji dema hilbijartinan heta niha li gundê Onpinarê yê Gimgimê di navbera kiyayan de gengeşe heye. Li Cem Eviya gund îro êrîş çêbû û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndarin di nexweşxanê de tên tedawîkirin.


Ji dema hilbijartinan heta niha li gundê Onpinarê yê navçeya Gimgimê ya Mûşê di navbera kiyayan de gengeşe heye. Li Cem Eviya gund îro êrîş çêbû û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndarin di nexweşxanê de tên tedawîkirin. Kesên ku jiyana xwe ji dest dane Mahmud Guney yê 62 sali û Gulbahar Çîçek ya 57 saliye.


Girêdayî êrîşê Encumana Şaredariya Gimgimê ya BDP’ê Myşerref Dag axivî û got: “Ji ber şerê di navbera kiyayan yê ji dema hilbijartinê heta niha birî niha du rojan jî li gund malek şewitandin. Ji bo bûyer mezin nebe gundî û kalên gund li Cem Eviya gund kombûn û li ser bûyerê nîqaş kirin. Di dema kul i Cem Eviyê nîqaş berdewam dikirin jî li ber derî kesek bi çek dest bi êrîşê kir.”


Hat zanîn ku 3 kesên li nexweşxanê tên tedawîkirin tehlîkeya jiyana wan nîne.


(zt)