‘Mêrên şidetê li hevsera xwe bikin dê ji hemû mafên xwe bê par bimînin’

16:15

JINHA


MÊRDİN – Şaredariya Nisêbînê li gel Tum-Bel-Sen hevpeyîmanek kirine ji bo mêrên şidetê li hevsera xwe bike dê ji hemû mafên xwe bê par bimîne.


Şaredariya Nisêbînê li gel Tum-Bel-Sen hevpeyîmanek kirine ji bo mêrên şidetê li hevsera xwe bike dê ji hemû mafên xwe bê par bimîne. Di merasîma hevpeyîmanê de Serokê Şaxa Tum-Bel-Sen yê Mêrdînê Îzetin Karaboga, Hvşaredarên Nisêbînê Sara Kaya û Cengîz Kok, Nûnerê Tum-Bel-Sen yê Nisêbînê Bakî Kardaş, Sekreterê Şaxa Tum-Beş-Sen yê Maliyê Davut Bozan, Serokê Desteya Venêrînê ya Tum-Bel-Sen ê A. Ganî Ala, Sekreterê Şaxa Tum-Bel-Senê Ehmed Akçaya jî dinav de gelek kes amadebûn.


Lig ora rêgezên hevpeyîmanê mêrên k udi aliyê fîzîkî, deruni yan jî aborî de şidetê li hevsera xwe bike dê ji hemû mafên xwe yên li gora hevpeyîmanê hatine diyarkirin bê par bimînin. Lig ora hevpeyîmanê dê jin di rojên weke 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li hemberî şideta ser jinan û 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de jin bi muçe û bi desturbin. Lig ora hevpeyîmanê dema ku mêrên dixebitin jinan bi berdêl, serhewî, di temenê biçuk de bizewicînin yan jî next bigirin dê ji hemû mafên hevpeyîmanê bê par bimînin û bên cezakirin. Her wiha dê di Newrozê de jî hemû xebatkarên şaredariyê bi muçe û desturbin.


Hevpeyîman ji aliyê Hevşaredarên Nisêbînê Sara û Cengîz li gel Sekreterê Şaxa Tum-Beş-Sen a Mêrdînê Îzetin Karaboga ve hat îmza kirin û heta 31’ê kanuna 2015 an de dê bi dawîbibe.


 (zt)