'Divê di zagonan de madeyên îstismarê ji nû de bên amadekirin'

08:32

Sarya Gozuoglu / JINHA


AMED – Seroka Navenda Mafê Zarokan ya Baroya Amedê Gazal Bayram Koloman diyar kir ku ji ber destirêjiyên li zarokan tên kirin deruniya wan têk dibin, zarok ji ber van rewşan travmayan derbasdikin, lê li hemberî van rewşan bi qasî tê xwestin ceza nayê dayîna sucdarên zarokan. Gazal da zanîn ku divê cezayê giran bê dayîna sucdarên zarokan û tu sebeb ji bo kêm kirina cezayê wan neyê pejirandin.


Girêdayî sucên êrîş û sîstismarên zayendî guherîna zagonan ji aliyê Wezîrê Polîtîkaya Civakî û Malbaran ve di rojevêdene. Heta niha bi hezaran îstismar, tecawîz û di temenê biçuk de zewicandin hatine jiyan kirin. Li hemberî van rewşan derketina zagonan dereng mane û divê demek ji ya dinê zutir derkevin jiyanê. Tê payîn ku ne tenê girêdayî zarokan ji bo mezinan jî jiyankirina rewşên wiha yên îstismar û tecawîzan divê bi sedan car kesên mexdur dibin ceribandinên derunî re derbasbibin. Kesên mexdur deruniya wan têk çube neçube ev ceribandin bên kirin. Di heman demê de cezayê herî giran jî bê dayînan sucdarên îstismaran. Girêdayî van rewşan Seroka Navenda Mafê Zarokan ya Baroya Amedê Gazal Bayram Koloman da zanîn ku divê biryarên weke di dema îstismarê de xirabûyîna deruniya zarokan ji wan rapor girtin ji holê bên rakirin.


‘Mexdurên dadgihê bi dehan car travmayan jiyan dikin’


Gazal destnîşan kir ku şopandina wan ya îstismarên zarokan yên vê dema dawi li ser zarokên k udi wan rewşan de teravma derbaskirine rapor nivîsîne, lê li hemberî wan raporan nêzîkatiyên weke deruniya zarok têkneçuye tên kirin. Gazal diyar derbirî ku ev rewşane ne di tibê de ne jî di hiquqê de neyên pejirandin. Gazal anî ziman ku her çendî deruniya zarokan xiraneber jî ev rewşane di pêşaroja wan de birînên kur vedikin. Gazal bilêv kir ku ev jî têrnake ji aliyê dedgihê ve jî mexdur rastî heqaret û lêpirsînan tên û got: “ji bo zarok zêdetir neyên mexdurkirin em girtina raporên wiha naxwazin. Ji bo ev madeyên niha heyî bên guherîn emê din ava hewildanan de bin.”


‘Divê li hemberî rewşên weke ‘pişmanim, mexdur ez teşwîq kirim’ ceza neyê kêmkirin’


Gazal diyar kir ku divê bê pejirandin her kesên temenê wan 18 salî hîna zaroke û wiha got: “Zarokên ji 15 saliyê mezintir rastî îstirsamrê tên weke zarok li wan nayê nêrîn. Tayîbetî jî di navbera temenê 15 -18 saliyê de weke êdî ew mezinin yan jî ne zarokin li wan tên nêrîn. Dema ku rastî îstismara zayendî tên jî weke ku lig ora daxwaza wan bûye, li wan tên nêrîn. Em dixwazin ev rewşane yan bên guherîn yan jî bi tevayî bên rakirin.”


‘Divê mexdur neyên dayîna çapemeniyê’


Gazal diyar kir k udi 14 navendên Tirkiyê de merkezên şopandina zarokan hene û ew difikirin hêj zêdetir bikin û wiha got: “ji bo em bikarin xwe bigihînin hemû zarokên rastî destdirêjiyan tên, divê em çî bikin, çiqas giringin û pêdivî bi butçeyek çawa heye. Di encamê de divê em tuştekê weke hîncet nebînin û xwe bigihînin wan. Di derbarê rewşa mexdur de agahî nekevin çapemeniyê. Ev rewş ji mexdur zêdetir mexdur kirinê zêdetir naçe. Divê faîl bên deşîfrekirin. Ev rewş jî dibe sedema zêdebûna şidetê.”


 (zt)