'Peyîwendiya îslamê ya bi xwezayê re tê îstismar kirin'

09:27

Sarya GOZUOGLU - Asiye TEKİN / JINHA


AMED – Xwendekara Lîsansa Bilind ya Civaknasiya Ol û Îlahiyetê Rabîa Tamer peyîwendiya Îslamyet û Ekolojiyê nirxand û got: “Mirov difikirin ku xweza ji bo wan hatiye çêkirin. Lê xweza ji bom e nehatiye çêkirin tenê em dikarin jê sudê bigirin. Ev sud girtin jî bedela wê heye.”


Olê îslamê mirov û xwezayê bi hev re digire dest. Mirov ji xwezayê û xweza jî ji mirovan sudê digire. Yek li ser yê dinê deshilatî nake, ji bere w her du jî heyînin din ava fezayê de. Di Quranê de hatiye diyar kirin ku cîhan girştiye û berpirsyariya mirovan li hemberî cîhanê heye. Divê mirov li hemberî vê berpirsyariya xwe bînin cîh û lig ora wê berprisyariyê nêzî xwezayê bibin. Divê mirov bi bertekên xirakar nêzî xwezayê nebe. Santiralên termikê bax û bîstanan xiradikin dîrok û jiyana xwezayî wêran dikin. Bi van nêzîkatiyan baş tê dîtin ku çiqasî ji îslamê biyanî dijîn.


‘Girêdana olê îslamê ya bi xwezayê re pir bi hêze’


Rabia balkişand ser peyîwendiya navbera îslam û xwezayê. Rabia diyar kir ku ji dema despêkirina îslamê heta niha peyîwendiyekî gelek bi hêz navbera îslam û xwezayê de heye. Rabia gotinek ya di hindirê Kurana Kerîm de derbasdibe wiha bibîr xist: “Mirovên ku dixwazin xwe nasbikin bila berê xwe bidin xwezayê.” Rabia da zanîn ku mirov deshilatiya xwe li ser xwezayê didin çêkirin û vê deshilatiya xwe jî rewa dibînin. Rabia gotinek ya H.Z Muhemem  wiha bibîr xist: “Di roja qiyametê de heger darek di destê we de hebe wê biçînin.” Rabia destnîşan kir ku dema H. Z Muhemed li Medîneyê re derbasbûye ew der weke herêma “Sit” îlan kiriye û wiah domand “Pêxember ‘hun nikarin li vê derê nêçîr bikin û pelekê jî ji vê derê qut bikin.’”


‘Em ji xwezayê û xweza ji be sudê digire’    


Rabia anî ziman ku mirov difikirin xweza ji bo wan hatiye çêkirin û wiha nêzîkatî li xwezayê dikin û wiha berdewam kir: “Mirov difikirin ku xweza ji bo wan hatiye çêkirin. Lê xweza ji bom e nehatiye çêkirin tenê em dikarin jê sudê bigirin. Ev sud girtin jî bedela wê heye.” Rabia bilêv kir ku dadmendî jî tenê din ava mirovan de nehatiye saskirin û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Mirov bi xusa û xwezayê re din ava peyîwendiyandenin. Ev peyîwendî berdewam dike. Bi hebûna van peyîwendiyan ruyê erdê dikare vegere cenetê.”


 (zt)