Dê Sumerpak ê bikin Parka Rojê

09:33

Bêrîtan ELYAKUT - Nurcan YALÇIN/JINHA    


AMED – Endezyara kelektirîk û elektronîkê Nujen Ayhan diyar kir ku dê ji bo projeya xwe ya elektirîkê despêkê ji Sumerperqê despêk bikin û Sumerparqê vegerînin vegerînin parqa rojê û got: “Ji derveyî roj û hewayê hemû rêbazên dinê ji bo xirakirina dengeya zindiyan û ekolojiyêye. Her wiha xwezaya me û dîroka me wêran dikin. Heger em enerjiya xwe ji rojê û hewayê bigirin, dê xweza neyê xirakirin û emê jiyanek baş ji bo nifşê li peyî xwe bihêlin.”


Dê ji aliyê Beşa estetîk û mobîlyeye bajar ya k udi bin banê Serokatiya Daîreya herêmên şîn, parq û bexçeyan ya Bajarê Mezin ya Amedê ve yekem car li Sumerparqê enerjiya rojê bê çêkirin û Sumerparq vegere parqa rojê. Endezyara kelektirîk û elektronîkê ya Bajarê Mezin yê Amedê Nujen Ayhan da zanîn ku dê Amedê bikin bajarê enerjî û rojê û wiha got: “Ji sedî 43 enerjiya Tirkiyê ji gaza xwezayî tê girtin û ji sedî 2,5 jî ji santralên hewayê tê girtin. Bajarê mey ê ku ruyê rojê yê biken dide nîşandan dê enerjiya herî baş jî ji rojê bigire.” Nujen destnîşan kir ku ew hewildidin di herêmê de di ferqêdebûna van projeyên xwe bidin çêkirin û wiha domand: “Ji derveyî roj û hewayê hemû rêbazên dinê ji bo xirakirina dengeya zindiyan û ekolojiyêye. Her wiha xwezaya me û dîroka me wêran dikin. Heger em enerjiya xwe ji rojê û hewayê bigirin, dê xweza neyê xirakirin û emê jiyanek baş ji bo nifşê li peyî xwe bihêlin.”


‘Em dixwazin ku xwe bigihin girseyek mezintir’


Nujen wiha axiftina xwe berdewam kir: “Bi hebûna enerjiya ku ji rojê bê girtin dê pêdiviyên malê yên elektirîkê dabîn bike. Emê zêdetir santralên rojê yên 500 kilowat çêbikin. Em difikirin ku bi vê projeya xwe ya zêdekirina enerjî û elekrtirîka nava malan û parkan xwe bigihînin girseyek mezin.” Nujen anî ziman ku ew ji bo projeya xwe bidin nasîn perwerdeyê didin û got: “Em din ava atolyeyên elektirîkê de perwerdeyê didin kesên bi van karan re mijul dibin û dixwazin mijulbibin tên serlêdan dikin. Hem dê ji bo lîseyên teknîkê û beşên Zanîngihê yên girêdayî van karan jî bibe cihek yê lêkolînê.”


‘Emê weke fabrîqeyên bê pace çêbikin’


Nujen bilêv kir ku projeya wan ya “Sumerparqê vegerînin parqa rojê” ji kanuna sala 2013’an heta niha xebatên xwe yên amadekariyê berdewam dike û wiha got: “Bi tayîbetî jî projaya me ji ber naverika xwe ya civakî pileya herî bilind Girit û bi awayê duyemîn derket pêş. Porjeyê mafê alîkariyek 666 TL pêre bê kirin bi dest xist.”


‘HES ekosîstemê tune dike’


Nujer diyar kir ku HES cihê ajalvaniyê û dîroki yên li kêleka çeman tune dike û wiha domand: “Gaza xwezayî hewayê qirêj dike û prsgirêkên aboriyê zêdedike. Enerjî û pêdiviyên xwe ji hewa û rojê girtin dibe sedem ku xweza bê parastin ji bo nifşê li peyî me jî.”


‘Divê polîtîkaya teşwîq kirinê bê şopandin’


Nujen di dawiyê de da zanîn ku dê weke Şaredariya Mezin ya Bajarê Amedê hewil bidin  hişmendiya avakirina van projeyan di herêmê de bidin çêkirin.


(zt)