Li Mêrsînê jinan meşek bi meşaleyî li darxistin
10:35
JINHA
MÊRSİN- Di çarçovaye kampanyeya DOKH’ê ya “Jin ji bo Serokatî û Azadiya xwe di Çalakiyandenin” de li Mêrsînê jinan ji bo Azadiya Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan meşek bi meşaleyî li darxistin.
Li Mêrsînê di çarçovaye kampanyeya Tevgera Jinên Azad û Demokrat DOKH’ê ya “Jin ji bo Serokatî û Azadiya xwe di Çalakiyandenin” de jinan ji bo Azadiya Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan meşek bi meşaleyî li darxistin. Di meşê de Hevşaredara Akdenizê Yuksel Mutlu, Serokê Navenda BDP’ê ya Mêrsînê Halîs Deger, Endamên MP yên BDP’ê û rêbererên navend û navçeyan yên BDP’ê jî amadebûn. Meşê ji ber Yakay-Der ê despêkir. Di meşê de pankartên bi sernivîsên weke “Jin ji bo Serokatî û Azadiya xwe di Çalakiyandenin” hatin vekirin. Her wiha di meşê de duruşmên weke Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” dihatin berskirin. Meş li ber avahiya navçeya BDP’ê ya Akdenizê bi dawîbû. Dema ku girseya gel li ber avahiya navçeya BDP’ê ya Akdenizê gihan hev berî daxuyaniyê ji bo cangoriyên tekoşîna azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclisa Jinên BDP’ê û di heman demê de Aktîvîsta DOKH’ê Mesude Şahîn ve hat xwendin.
Mesude belkişand ser pêvajoya çareseriyê ya k udi Newroza Amedê ya sala 2013’na ji aliyê Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatî despêkirin. Mesude diyar kir ku kampanye ya wan ya “Jin ji bo Serokatî û Azadiya xwe di Çalakiyandenin” jî bo heman armancê despêkiriye. Hevşaredara Akdenizê Yuksel Mutlu jî da zanîn ku ji bo pêşdeçuna pêvajoya aştî û çareseriyê azadiya Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan şerte.
Piştî axaftinan bi bilind kirina durişmên weke “Bijî Serok Apo” jin belav bûn
(zt)

