DOKH’ê bang li berpirsên dewletê kir ku ‘peyîwira xwe bikin’
12:22
JINHA
AMED – DOKH’ê balkişand ser 4 mehên despêkê yên sala 2014’an li Tirkiyê 65 jin hatine qetilkirin û 45 jin jî rastî îstismara zayendî hatine û got: “Em jinên kurd bi bedelên giran tekoşîna xwe ya azadiya jinan di aliyê pîlîtîk, aborî, civakî û çandî de berdewam dikin. Em van êrîşên di her aliyî de li ser jinan şermezadr dikin. Emê ji bo parastina mafê jinan tekoşîna xwe mezintir bikin û van bûyeran hemûyan bişopînin. Em bang li hemû peyîwirdarên dewletê dikin bila peyîwira xwe bînin cîh.”
Tevgera Jinên Azad û Demokrat girêdayî van demên dawî li Tirkiyê zêdebûna qekilkirina jinan û îstismara zarokan daxuyaniyek nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku di van 4 mehên despêkê yên sala 2014’an li Tirkiyê 65 jin hatine qetilkirin û 45 jin jî rastî îstismara zayendî hatine û wiha hat gotin: “Kêm cezadayîna sucdar û qatîlên jinan rê li ber zêdekirina qirkirinên jinan vedike.”
‘Raya giştî jî qirkirinên jinan rewa dikin’
Di daxuyaniyê de hat zanîn ku tenê nûçeyên qirkirinên jinan weke farmalîte tên dayîn û wiah hat domandin: “Di çapemeniyê de dayîna nûçeyên qirkirinên jinan tenê weke farmalîte tên dîtin ji wê zêdetir tuştek nîne. Ev bi derbasbûna demê re êdî nûçeyên qetilkirina jinan weke nûçeyên magazîn dê bên dîtin. Di quncikên nirxandinan yên medyayên civakî de ev nûçeyane bi halî xwe yê herî seran sere tên dîtin. Heta îstismarên zadrokan jî êdî bi awayekî asayî tên dîtin.”
‘Qirkirinên jinan her roja ku diçe zêde dibe’
Di daxuyaniyê de hat zanîn ku li Tirkiyê her roja ku diçe qirkirinên jinan tên jiyankirin û wiha hat berdewam kirin: “Di van 3 mehên dawiyê de li Êlihê 3 jin hatin qetilkirin. 5 jin jî ji neçariyê întihar kirine. Gelek zarok jî rastî îstismarê hatine. Li hemberî van kirinan jî bi qasî tê xwestin ceza nayê dayîna qatîlên jinan.”
‘Emê hişmendiya zayendiyê zêdebikin’
Daxuyaniyê wiha domand: “Bi van helwestên hikumetê metirsiyî zêdedibin. Em jinên kurd bi bedelên giran tekoşîna xwe ya azadiya jinan di aliyê pîlîtîk, aborî, civakî û çandî de berdewam dikin. Em van êrîşên di her aliyî de li ser jinan şermezadr dikin. Emê ji bo parastina mafê jinan tekoşîna xwe mezintir bikin û van bûyeran hemûyan bişopînin. Em bang li hemû peyîwirdarên dewletê dikin bila peyîwira xwe bînin cîh.”
(zt)

