Jinên Nisêbînê ji bo ‘Azadiya Ocalan’ meşiyan
12:54
JINHA
MÊRDİN – Têkela DOKH’ê ya Nisêbînê sitarta kampanyeya xwe ya “Jin ji bo Serokatiya xwe û Azadiya xwe di Çalakiyan de nin” bi meşek meşaleyî dan. Jinan diyar kirin ku Azadiya Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan azadiya hamû gelên bindeste û gotin: “Heta azadiya Birêz Abdullah Ocalan emê di çalakiyan debin.”
Têkela Tevgera Jinên Azad û Demokrat DOKH’ê ya Nisêbînê sitarta kampanyeya xwe ya “Jin ji bo Serokatiya xwe û Azadiya xwe di Çalakiyan de nin” bi meşek meşaleyî dan. Di meşê de Parlementa HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, Hevşaredara Navçeya BDP’ê ya Nisêbînê Zînnet Algat, Hevşaredarên BDP’ê yên Nisêbînê Sara Kaya Vengîz Kok jî di navê de gelek welatî beşdar bûn. Li ber Şirîn Bulvari ya kul i taxa Firatê ye jin hatin bahev û meşaleyên xwe vêxistin. Bi kurdî û tirkî pankarta bi sernivîsa “Jin ji bo Serokatiya xwe û Azadiya xwe di Çalakiyan de nin” vekirin. Di meşê de dem dem dengê durişmên weke “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin jiyan azadî”, “Bi can bi xwîn em bi terene eyî Serok” û “Ocalan Ocalan” dihatin bilind kirin. Meşê heta ber Navenda Jinan ya Gulşîlawê berdewam kir. Piştî meşê ji bo giyana cangoriyên tekoşîna azadiyê deqeyek rêz hat girtin û bi wê re jî sîroda “Îro Çerxa Şoreşê” hat xwendin. Paşê jî jinan daxuyanî dan çapemeniyê.
‘Heta azadiya Serokê xwe emê di çalakiyandebin’
Hevşaredara Navçeya BDP’ê ya Nisêbînê Zînnet Algat li ser navê jinan daxuyanî xwend. Zînet diyar anî ziman ku dê kampanyeya xwe berfireh bikin bigihînin rewşa di Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê de bi bandor bikin û wiha got: “Azadiya Serokê me azadiya civakêye û emê weke jin kampanye ya xwe jî di vê çarçoveyê de berfireh bikin. Heta azadiya Serokê xwe emê di çalakiyan de bin û li qadanbin. Em carekedinê jî li vê derê dibêjin ku azadiya Serokê me azadiya hemû gelane û tayîbetî jî azadiya gelên Rojhilata Navîn û hemû jinane. Em carekedinê dibêjin ku heta azadiya Serokê xwe emê di çalakiyan debin.”
Piştî daxuyaniyê jin bi duruşmên weke “Bê Serok jiyan nabe” belav bûn.
(zt)

