Li Silêmaniyê festîfala Gul û Şitil

16:48

JINHA


SILÊMANÎ - Li Parka Azadi ya Silêmaniyê duyemîn festîfala Gul û Şitil hat li darxistin.


Li Parka Azadi ya Bajarê Silêmaniyê yê Herêma Federala Kurdistanê îro 2’emîn festîfala Gul û Şîtil hat li darsitin. Ji sedî 10 bajarê Silêmaniyê bi şînahiyê hatiye xemilamdin. Ev du salin ev festîfal tê li darxistin. Di sala borî de 160 hezar gul û şitil hatin çandin. Hinek ji wan li baxçe, park û herêmên jiyana hevberş hatin çandin û hinek jî welatiyan birin li baxçe û ber derê mala xwe çandin. Îsal zêdetir gul û şitil hatine amadekirin ji bo çandinê. Armanca festîfala Gul û Şitil ji bo ku welatî zêdetir şînahiyê li nav baxçe û berderê malên xwe biçînin. Ji bo ku bajar bê şînkirin û cîhên şînahiyê pirbibine.


Gelek welatiyên Silêmaniyê tevlî festîfalê bûn. Di festîfalê de Hêro Îbrahîm Ehmen jî amadebû.


(zt)