Kinem Çîçek ya YPJ yî li Amedê sipartin axê
17:00
JINHA
AMED- Endama YPJ'ê Kînem Çîçek (Ruken Kobanê) ya ku di pevçûna li herêma Grê Sêwê ya girêdayî Kantona Kobanê ya Rojava de jiyana xwe ji dest da ji aliyê jinan ve hate oxirkirin. Xwîşaka Çîçek Çiya Hîcran Çîçek jî diyar kir ku ev têkoşînê dê bidome û bi dawî nabe û wiha got: "Têkoşîna li Rojava bi şahdeta Rêheval Ruken bi dawî nabe. Şehîdên Kurdistanê tu caran namirin. Yên ku Ruken şehîd xistin difikrin ku dê bi vî awayî tekoşînê têk bibin. Lê bila baş bizanin ku ew tekoşîna bi Rosayan, Sakîneyan, Zîlanan û Bêrîtanan berdewam kirî. Dê her dem bê nav ber berdewam bike."
Cenazeyê Endama YPJ'ê Kînem Çîçek (Ruken Kobanê) ya ku duşemiyê di pevçûna di navbera hêzên YPG û YPJ'ê û çeteyên IŞÎD'ê ya li herêma Grê Sêwê ya girêdayî Kantona Kobanê ya Rojava de jiyana xwe ji dest da li Goristana Asrî ya Yenîkoyê ya Amedê hate definkirin. Cenazeyê Çîçek şevê din li Deriyê Sînorê Kobanî Serxetê ji aliyê malbatê ve teslîm hat girtin û piştî lêkolîna dozgeriyê li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsusê hatibû rawestandin. Cenazeyê Çîçek piştî lêkolîna dozgeriyê ya li nexweşxaneyê ber bi Amedê ve derxistin rê û li morga Midûriyeta Goristana Şaredariya Bajarê Mezin hatibû rawestandin. Serê sibê malbat û gelek welatiyan cenazeyê Çîçek ji morgê hate girtin birin mizgefta goristanê. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, hevserokên Rêxistina BDP'ê yên Amedê Zubeyde Zumrut û Mehmet Emîn Yilmaz, Hevserokê Şaxa MEYA-DER'ê yê Amedê Halîl Oruç, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê, Alîkara Hevserokên Giştî ya BDP'ê Meral Daniş Beştaş û bi hezaran kes tevlî merasîma cenaze bûn. Piştî merasa cenaze jinan darbesta Endama YPJ'ê Çîçek hilgirtin û ber bi goristanê ve birin.
'Em YPJ'ê silav dikin'
Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên Sakîne Cansiz û Endama YPJ'ê Çîçek hatin hilgirtin û sloganên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana YPJ" û "Ey şehît xwina te erdê namine" hatin berzkirin. Piştî definkirina cenazeyê Çîçek xwîşka wê Çiya Hîcran Çîçek qurnefîlên sor danîn ser gora xwîşak xwe. Hevserokê Şaxa MEYA-DER'ê yê Amedê Halîl Oruç piştî karên definkirinê axivî û anî ziman ku ew êşa malbatê parve dikin û wiha got: "Gelê kurd îro xwedî li Heval Ruken derket. Em li vir YPJ, YPG û HPG'ê silav dikin. Em şehîdên xwe jibîrnakin. Em hemû şehîdan bi hûrmet silav dikin."
‘Tekoşîna Rojava tekoşîna hemû gelane’
Alîkara Hevserokên Giştî ya BDP'ê Meral Daniş Beştaş jî wiha got: "Em îro hevala xwe Rûken oxir kir. Rêheval Ruken şervana azadiyê ye. Berxwedana li Rojava berxwedana mirovahiyê ye. Em Rojava û berxwedana li wir silav dikin."
Xwîşaka Çîçek Çiya Hîcran Çîçek jî diyar kir ku ev têkoşînê dê bidome û bi dawî nabe û wiha got: "Têkoşîna li Rojava bi şahdeta Rêheval Ruken bi dawî nabe. Şehîdên Kurdistanê tu caran namirin. Yên ku Ruken şehîd xistin difikrin ku dê bi vî awayî tekoşînê têk bibin. Lê bila baş bizanin ku ew tekoşîna bi Rosayan, Sakîneyan, Zîlanan û Bêrîtanan berdewam kirî. Dê her dem bê nav ber berdewam bike."
Piştî axaftinan girseyê Mal Şînê ya Pasuriyan ziyaret kirin û sersaxî li malbatê dan.
(zt)

