Naşide Çiçek: Ezê ji bo keça xwe ya ru biken bi hêz rawestim

08:37

Derya CEYLAN-Bêrîtan ELYAKUT/JINHA


AMED – Endama YPJ’ê Kînem Çîçek bi nasnav Ruken Kobanî di 5’ê gulanê de li Girê Sêwê yê girêdayî Kantona Kobanê ya Rojava di encama şerekê de jiyanan xwe ji dest da. Dayîka Kînem Çîçek Niştîman Çîçek got: “Keça min ji zarokaktiya xwe heta niha ev  rêxistin û rêngê wê heskir. Tucarî ne dixwest ez bigirîm. Keçamin li bednê bû di vê rojê de ez ne bigirîm ez bi hêz bisekinim. Ezê jî ji bo keça xwe ya ru biken îro bi hêz bisekinim. Ez bi weleda xwe serbilindim.”


Di encama êrîşên çeteyan de li herêma Girê Sêwê yê girêdayî Kantona Kobanê ya Rojava di 5’ê gulanê de şer derket û YPJ’ê Kînem Çîçek bi nasnav Ruken Kobanî di wî şerî de jiyana xwe ji dest da. Li ser sînor cenazeyê Ruken Kobanî hat girtin û li ji aliyê bi hezaran welatiyan ve li Goristana Yenîkoyê ya Amedê sipartin axê. Ji bo Ruken Kobanî li navçeya Pasûrê ya Amedê konê şînê hat vedan û dê sê rojan vekirî bimîne. Dayîka Ruken Nîştîman Çîçek diyar kir ku keça wê di sala 2009’an de barê xwe daye çiyan û ji ber ruyê wê yê biken hevalên wê navê wê kirine Ruken û wiha got: “Her dem ruyê keça min dikenî ji ber wê jî hevalên wê navê wê kirine Ruken. Keça min mafê navê xwe dayê û bû şanazê wî navî. Di kêliya dawiyê ya min dîtî jî cardin ruyê wê bi kenbû. Ji ber wê jî dê her dem ew ruyê wê yê biken li ber çavên min diyarbin û wendanebe.”


‘Beriya Ruken jiyana xwe ji destbide li ser telefonê ji xwişka xwe re helbest xwendiye’


Dayîka Ruken Nîştîman da zanîn ku keça wê Ruken 3 saetan beriya derketina şer ji xwişka xwe re telegon vekiriye û helbest xwendiye li ser telefonê. Niştîman destnîşan kir ku gelê Kobanê li keça wê xwedî derketine û bi awayê girseyî keça wê oxir kirine. Nîştîman anî ziman ku ji ber evqas xwedîderketina gel ya li keça wê Ruken ji bo wê serbilindiye û wiha domand: “Keça min ji zarokaktiya xwe heta niha ev  rêxistin û rêngê wê heskir. Roja ku dê çubana tervangê xwe yê zarokatiyê derxist û xiste destê xwe. Tucarî ne dixwest ez bigirîm. Her dema kum in li Roj TV dinêrî û digiriyam j imin hêrs dibû. Keçamin li bednê bû di vê rojê de ez ne bigirîm ez bi hêz bisekinim. Ezê jî ji bo keça xwe ya ru biken îro bi hêz bisekinim. Ez bi weleda xwe serbilindim.”


 ‘Keça min bi ruyê xwe yê ken gihişt hesret û heskirina xwe’


Nîştîman diya kir ku keça wê Ruken beriya tevlîbûnê bi salan ji xwe biryara xwe ya tevlîbûnê dabû. Nîştîman da zanîn ku berî keça wê biçe hinekî ji rewşa wê diyarbû lê tuştek bi wan re par nedikir di derbarê çunê de û wiha berdewam kir: “Berî Rukena min biçe hinekî belavbû, ji rewşa wê diyar bû lê di derbarê çunê de tuştek b ime re par nedikir. Mi her dem ji xwişkên wê dipirsî çim adi vî demê dawiyê de rewşa Kînem hatiye guherîn, lê her dem ev pirsa min bê bersiv dima. Paşê ez hînbûm ku keça min aşiqê vê tekoşînê bûye.” Di dawiyê de Nîştîman anî ziman ku dema dawiyê cenazeyê keça xwe şuştiye destê wê hena kiriye û wiha got: “Min îro keça xwe gihand heskirina wê. Keça min îro bi ruyê xweyê ken û destê xwe yê henakirî giha heskirina xwe.”


(zt)