'Heta di tedawîkirina diranan de jî newekheviya zayendî heye'
09:41
JINHA
AGİRÎ – Bijîşka diranan Suzan Alîoglu ya ku li Bazîdê hekîmiyê dike diyar kir k udi dema nexweşiyê de jî jin rastî newekheviya zayendî tên dû got: “Jinên nexweş yên ku tên li ber destê me hevserên wan li gel me bazarek gelek hişk dikin. Lê dema ku ew mêr ji bo xwe tên nexweşxanê dixwazin diranê herî baş ji bo wan bê çêkirin. Ev jî tê wateya cidahiya zayendî. Li her derê nêrîna mêran ya li ser jinan hemane. Li hemberî vê newekheviyê divê jin zêdetir tevlî hemû navendên jiyanê bibin.”
Bijîşk Suzan Alîoglu ji koçberên Yunanistanêye. Li Yunanistanê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Di sala 1986’an de hatiye li Stenbolê û li wê perwerdeya xwe li wê berdewam kiriye. Suzan da zanîn ku ew niha li navçeya Bazida Agiriyê weke bijîşka diranan dixebite û wiha got: “Ji ber jin kêm tevlî navendên kar dibin, ji ber wê jî de dema nexweşiyê de jî rastî bazarkirina mêran tên. Mêr dixwazin diranê bihayê wan erzan ji bo hevsera xwe çêke. Lê diranê herî baş jî ji bo xwe çêke.” Suzan anî ziman ku ew dixwaze zêdetir jin tevlî karên ji derve bibin û wiha domand: “Tenê jin ne dayîkeke. Dikare bi serê xwe din ava karên cuda de jî bixebite û bi xwe karên xwe dabîn bike. Divê jin bi xwe ji bo nexweşiyên xwe biçin nexweşxaneyan û pêdivî pê neyê dîtin mêran li gel xwe bibin.”
‘Divê jin aktîf tevlî jiyan bibin’
Suzan axaftina xwe wiha domand: “Piraniya jinên tên tedawî dibin hevserên xwe li gel xwe tînin. Di dema çêkirina diranên jinan de hevserên wan pir bazarek hişk dikin û dixwazin diranê erzan ji bo wan çêkin. Lê dema ku dor tên diranê wan bi xwe dixwazin diranê herî baş jî ji bo wan bên çêkirin. Di çêkirina diranan de jî nêzîkatiyek zayendî hene.” Suzan diyar kir ku pergala deshilatiya mêran ewqasî bi hêze jin bi xwe nikare bên nexweşxanê jî, li hemberî van divê jin zêdetir tevlî jiyana kar bibin. Suzan da zanîn ku ji bo hêza cewherî ya jinan derkeve holê divê jin derkevin di herêmên azad de bixebitin. Suzan destnîşan kir ku çî li Rojava yan jî li rojhilatbe deshilatiya mêran hemane û li her derê serdeste.”
(zt)

