Girêdayî aboriya komunê çandinî bi destê jinan tê kirin

10:46

Derya CEYLAN / JINHA


AMED – Li Tirkiyê di aliyê zayendîde cudahiya muçeyan di asta herî newekhevdene. Li hemberî vê rewşê li navçeya Bismilê ya Amedê 10 jinan sera avakirine. Şêwirmenda çandiniyê Leyla Dogan balkişand ser polîtîkaya di roja îro de jinan di malan de digirin û got: “Bersiva herî baş ya jinan ji bo polîtîkaya qirêj zêdekirina navendên komunale. Bê guman yên ku careke dinê jiyana komînal vegerînin jinin.”


Weke li hemû cîhanê di Tirkiyê de jî bê guman jin bi mûçeyek kêm dixebitin û keda wan tê mêtîngerkirin. Hikumet bi polîtîkaya xwe ya durxistina jinan ji navendên kar, demê zarok welidandina jinan zêde dike û bi van nêzîkatiyan qedera jinan dixe destê petronande. Petron jî lig ora keyîfa xwe nêzîkatî li wan dike. Ji kêmkirina muçe heta navberdayîna jiyana kar ya jinan ya dema welidandin. Her ku diçe peyîwendiya petron û karkeran zêde hişkdibe. Li navçeya Bismîlê ya Amedê 10 jin li hemberî van hemû cureyên mêtîngeriyê di kooperatîfê de komunal kar dikin. Her 10 jin bi xwe kar parvedikin û ji pergala petron û karkeran dur kar dikin. Jinan diyar kirin ku ew bi awayekî komunal karê xwe par dikin. Jinan da zanîn ku ew bi hişmendiya rêvebirina jinan ya kevnare kar dikin û di karê xwe yê komunal de tayîbetî jî wî şêweyê rêvebirinê bingeh digirin.


‘Jin parvekirinê bingih digirin’


Şêwirmenda çandiniyê Leyla Dogan destnîşan kir ku divê li hemberî pergala heyî ji bo pêşdebirina civakî û aborî bi awayekî wekhev û parvekirina kar divê jin rolên giring bigirin û wiha got: “Hikumet bi polîtîkaya xwe jiyana jinan ya karkirinê xistine destê petronan. Lê ji xwe di jiyana jinan de aliyê karkirinê heye. Di tevahiya cîhanê de yan jinan nagirin kar yan jî dema digirin bi muçeyek kêm digirin. Li hemberî van rewşan divê jin zêdetir bixebitin û navendên xebatê yên teyîbet û komunal avabikin.”


‘Di roja me de pêdivî bi aboriyek komunal heye’


Leyîla derbirî ku kaputalîzm jinan ji axê dur dixin, divê cardin jin li koka xwe ya berê vegere yanî cardin peyîwendiya xwe ya bi axê re zêde bikin û wiha domand: “Em li vê derê 10 jin dixebitin. Em hemû karî bi hev re dikin. Li vê derê qet peyîva petron nayê xebitandin. Ji xwe her kes karê xwe dizanin. Dema ku serê sibê tên serayê hema dest bi karê xwe dikin. Ez li vêderê karê şêwirmendiya çandiniyê dikim. Ez li 15 serayan dinêrim. Li vêderê kirin amin ya şêwirmendiya çandinê nayê wê wateyê ku ez ji jinên dinê zêdetirim. Her kes ji bo pêşdebirina serayê çî ji destê wan tê dikin. Em din ava karê xwe de jiyana kar bingeh digirin.”


‘Em bi çandiniyê re mijulbûnê hez dikin’


Leyîla balkişand ser zoriyên karê serayê û wiha berdewam kir: “Em jin ji karê çandiniyê hez dikin. Ji ber wê jî pirî caran em zorbûna karê xwe ji bîr dikin. Berhemê ku em ji karê xwe jî digirin bi awayekî komunal em parvedikin.”


‘Jin situna bingehîn ya çandiniyêne’


Arzu Tunuş ya ku heman karî dike jî diyar kir ku her dem di jiyana karê çandiniyê de jin rolê pêşengiyê digirin û got: “Bi jinan re ez ezî nîne. Ji ber jin parvekirinê hez dikin. Pêşdebirina çandiniyê carin jin dikin. Lê karê ku niha dane jinan weke kar na hesibînin. Jinên ku xwediyê rolê avakirin û pêşdebirina civakî niha herî zêde têne mêtînger kirin û keda wan tune tê hesibandin. Bê guman yên kul i hemberî vê rewşê rawestin û guherînan çêkin cardin emin. Ji bo em carekedinê vegerin rolê xweyê berê gava herî berbiçav û giring jî jiyana komunale. Di jiyana kar de nebûna petronan hesudî nîne û mafê kesê nayê xwarin.”


‘Em hemû di şertên wekhev de dixebitin’


Arzu axaftinên xwe wiha domand: “Di karê me de petorn yan jî têkiliyên serdest û bindest nîne. Li vêderê petron û karker nîne. Li vêderê peyîwira me tevan hemane. Emê weke jin xebatên xwe yên wiha xweş zêdebikin û weke kevneşopiyekê nêz bibin.”


 (zt)