‘Dê tekoşîna jinan mekanîzmeye dadê bide zorê'

11:59

Tekoşin Tekin/JINHA


MÊRSÎN – Her çiqasî hikumet ji bo qetilkirinên jinan bi gotinên weke “diyare k udi demê me de zêde nebûye” nêzîkbibin jî her roj qetilkirina jinan zêde dibe ji ber nêzîkatiyên wan yên nerm. Aktîvîsta Keda Jinan ya Hevbeş a Mêrsînê Canan yuce diyar kir ku tenê ev pirsgirêkên jinan dikarin bi rêxistinbûnê bên rakirin.


Li Tirkiyê her roja ku diçe şideta li ser jinan zêdedibe. Yên ku vî welatî birêve dibin bi îsrar dibêjin “di dema me de zêdenebûye” lê di nûçeyan de bi awayekî berçav zêdebûna wan tê dîtin. Aktîvîsta Keda Jinan ya Hevbeş a Mêrsînê Canan yuce zêdebûna şidet û qetilkirinên jinan wiha nirxand: “Di van salên dawî de bi awayekî berçav şidet û cînayetên jinan pir zêdebûye. Dîtina cînayetên jinan ne ji ber baldariya AKP’ê ya ji ber zêdebûna rêxistinkirina jinane.” Canan da zanîn kul i gora Wezîrê Dadê diyar kirî di navbera salên 2002-2009’an de ji sedî 1400 cînayetên jinan zêdebûne û wiha got: “Ev tenê daneyên fermîne ji aliyê hikumetê ve hatine diyarkirin. Li gel van hîna gelek cînayetên jinan yên nayên zanîn hene.”


‘Hikumet di gav ne avêtinê de bi îsrare!’


Canan anî ziman ku ji bo pêşî li qetilkirinên jinan bên girtin pêdivî bi zêdekirina rêxistinkirina jinan heye û wiha domand: “Emê weke jin xwe bi rêxistin bikin û li pêşiya nêzîkatiyên dewletê yên xirab yên dewletê bibin asteng. Li navçeyên şêniya wan ji 50 hezarî zêdetir hîna malên sitargihan yên jinan nîne. Heger bi qasî tê xwestin ji bo jinan ewlehiyê çêkin dê karin li pêşiya cînayetên jinan bigirin. Lê ji bo ewlehiya jinan di gav ne avêtinê de dewlet bi îsrare.”


‘Jinên ku rastî şidetê tên dê serî li kîjan cihan bidin nizanin’


Canan destnîşan kir ku hişmendiya rêveberiyên herêmî bandorek mezin li ser cînayetên jinan kiriye û wiha berdewam kir: “Dema ku jin rastî şidetê tên dê serî li kîjan cihan bidin, dê kî wan biparêzin nizanin. Bi hişmendiya heyî mixabin pêşî li van pirsgirêkan nayê girtin. Divê rêveberiyên herêmî li navend û navçeyan dest bi vekirina malên sitargihan yên ji bo ewlehiya jinan bikin. Buyerên weke koçberiyê zêdetir jinan mexdur dike. Jinên ku rastî jiyana koçberiyê tên di bajaran de nikarin weke dixwazin bijîn. Jin li bajarên kuz iman û çanda wan nasnakin de dijîn.”


‘Hişmendiyek ya jinan di malan de digire heye’


Canan anî ziman k udi nava civakê de mêr weke hêza rizgariyê tên dîtin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Jin dixwazin li ser lingê xwe rawestin. Lê li hemberî wan petgala hiyerarşiyê ya ku dibêje ‘rawestin hun nikarin sînorê min derbaskin’heye. Hişmendiya serdestiya mêran dibêje ‘na divê her dem em jiyana jinan diyar bikin.’ Yên ku van li ser serdestiyê dihêle pergela siyasetê ya heyiye. Yên ku jinan di mal de dihêlin jiyana wan diyar dikin bi gotinên weke ‘3 zarokan bi welidînin’ û ‘dernekevin ji derve’ hişmendiya siyasiya serdeste. Ji ber ev hişmendî alîkariyê dide mêran û jiyana jinan negatîf bandor dikin. Lê jin dê bi hêza xwe ya rêxistinê derkevin ji derveyî van sînoran.”


 (zt)