‘Di dîroka îslamê de jinan îmza avêtiye binê gelek serkeftinan’
14:00
Asiye TEKİN- Sarya GOZUOGLU / JINHA
AMED – Îlahyetcî Fatma Unsal Bostan balkişand ser bi navê ol girtina jinan di malan de û got: “Bi navê îslamê durxistina jinan ji navendên rêveberiyê şaşe. Tu bertekên îslamê li hemberî karkirin û di nûnertiyê de cîh girtina jinan nîne.” Fatma da zanîn k udi dîroka îslamê de jinan li hemberî hemû nêzîkatiyên bi hişmendiya zayend parêziyê li ber xwe dane.
Bi tayîbetî jî li Rojhilata Navîn bi navê ol jinan di mal de digirin û hişmendiya deshilatiya mêran bi hêz dikin. Hinek oldar jî ol lig ora xwe dinirxînin û jinan weke ganîmetên şer nîşan didin. Her wiha Kuran ê jî lig ora xwe dinirxînin. Îlahiyetcî Fatma Unsal Bostan da zanîn ku yê dixwazin Kuranê lig ora xwe şîrove bikin ayatên girêdayî jinan jî ji nedîtî ve lê dinêrin û wiha got: “Di Kuranê de tu cudahî navbera jin û mêran de nîne. Jin hem di rêveberiyê de û hem jî di navendên siyasi û civakî de dikarin cîh bigirin bi vekirî hatiye vegotin. Di olê me de tu ferqa navbera jin û mêran nîne.”
‘Yucel Barakgazî ol ji bo berjewendiyên xwe dixebitîne’
Fatma balkişand ser nêzîkatî û nirxandinên Şaredarê AKP’ê yê Çewlikê Yucel Barakgazi yên bi navê ol nirxandinên zayend parêzî dike û wiha domand: “Yucel di çarçoveya berjewendiyên xwe de ol di xebitîne. Îstifaya endama meclisa şaredariya AKP’ê ya Çewlikê Nurten Ertugrul giringe. Nurten ji ber nêzîkatiya zayend parêzi ya şaredarê li wê îstifa kir.”
‘Em jinên li ser navê xwe xudbe dane xwendin û pere zêdekirine jî dizanin’
Fatma got: “Piranî rêvebir bi zalimane tên nasîn. Lê em awayê aştîxwaziyê yê qiralîçeya Hebeşîstanê Saba Melikesi jî dibînin. Di dîroka îslamê de her dem rêveberên jin yên ku ji mêran zêdtir aştîxwaz û ji wan zêdetir rêveberiyek wekhev birêvebirine dibînin. Em di dîroka îslamê de dikarin jinên rêvebir û sultan bibînin. Jinên k udi dîroka îslamê de li ser navê xwe xudbe dane xwendin û pere jî zêde kirine dizanîn.”
‘Divê em serkeftinên jinan bibîr bixin’
Fatma di sala 1913’an de avakirina Komeleya Parastina Mafê Jinan ji aliyê Ulviye Mevlan Cîvelek ve û Saba Melikesi bibîrxist. Fatma diyar kir ku piştî wan 2 hezar salan neviyên wan tekoşîna jinan berdewam dikin.
(zt)

