DOKH: Dê jin li hemberî xendekên Rojava bimeşin
16:23
JINHA
EDENE- Têkela DOKH’ê ya Edeneyê dê li hemberî kolana xendekên ser sînor ji aliyê KDP’ê ve tê kolan bimeşin. Meş dê roja şemiyê saet di 17.00 an de ji Meyadana 5 Ocakê despêbike heta parka Înunuyê.
Têkela Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ê bi boneya ji aliyê KDP’ê ve kolana xendekên ser sînorê Herêma Federala Kurdistanê û Rojava de dikolin daxuyaniyek dan. Daxuyanî li ber avahiya BDP’ê ya navçeya Seyîhanê ya Edeneyê hat dayîn. Li ser navê jinan Berdevka Meclisa Jinên BDP’ê ya Edeneyê Suzan Kiliç daxuyanî xwend. Suzan diyar kir ku dê di çarçoveya kampanyeya xwe ya “Jin ji bo Serokatiya xwe û azadiya xwe di çalakiyan denin” li hemberî kolana xendekan li Edeneyê bimeşin. Suzan da zanîn ku meş dê roja şemiyê saet di 17.00 an de ji Meyadana 5 Ocakê despêbike heta parka Înunuyê.
Suzan anî ziman ku Serokê Herêma Federala Kurdistan Mesud Barzanî bi kolana wan xendekan newekheviya biratiyê dike û wiha domand: “Di navbera birayan de newekhevî nabe. Ev nêzîkatiya Mesud Barzanî birayan ji hev cuda dike.” Suzan di dawiyê de bang li hemû jinan kir ku roja şemiyê ji bo protestokirina kolana xendekan tevlî meşê bibin.
(zt)

