Qetilkirina Şîrîn helwesta deshilatan ya li hember bûharbûna jinane

10:53

Gulşen Koçuk / JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN- Şîrîn Eemhulî din ava jinên tekoşer û berxwedêr de cihê xwe girt… Darvekirina Şîrîn Elemhulî ne pejirandina pergala deshilatdar ya bûharbûna jinane. Pergala deshilatdar herî zêde ji jinên berbi azadiyê ve din ava tekoşînê de ditirsin. Ji ber dizanin ku bi azadbûna wan jinan dê civak jî azad bibe. Yek ji wan jinên ku çavê pergala deshilat ditirsand jî Şîrîn Elemgulîbû. Di 4’emîn salvegera li sêdarê dana Şîrîn de carekedinê Nehar ji bîrkirin. Bi fîzîkî Şîrîn hetibe dardekirin jî lê tekoşîna wê ya jinan û netewî berdewam dike…


Tenê ne li Tirkiyê tekoşîna gelê kurd ya netewî berdewam dike, li Başur, Rojhilat û Rojava jî tekoşîna gelê kurd ya netewî bi ruyê pergalê yê herî tund re ru bir u mane. Li Tirkiyê bi deh hezaran mirov di faîlê kiriyar ne diyar de hatine wendakirin û qetilkirin. Bi deh hezaran jî di girtîgihan de bedelên giran didin. Li Îranê jî bo polîtîkaya dardekirinê  dixwaze tekoşîna gelê kurd tune bike. Li Îraqê jî di dema rejîma Sedam de gelek komkujî û qirkirin hatin kirin. Bi qamiyonan mirov dibirin bi duzelê erd di kolan û wiha mirov biz indî dixistin hindirê wan kendan û bi duzelê ser wan tejî ax dikirin. Niha gorên komi yên wê demê derdikevin. Li Rojava jî ji xwe şerê gel yê li hemberî polîtîkaya çeteyan ya qirêj li ber çavane. Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinên kurd û bi mîrasa jinên kurd ya kul i peyî xwe hêlayî berdewam dike. Bi giştî dîroka tekoşîna netewiya gelê kurd di gelek qirkirinan re derbasbûye. Bi tayîbetî jî polîtîkaya şer ya li ser jinan didin meşandin. Gelek jin ji bo danasîna nasnameya xwe ya siyasî jiyana xwe ji dest dane. Her çiqasî wan jinan canê xwe feda kirine û bi fîzîkî jiyana xwe ji dest dane jî lê her wendakirina jinan ji wan bûye sedema zêdetir mezinkirina tekoşîna jinan. Yek ji wan jinên ku bûne sedema bilindkirina tekoşîna jinan jî Şîrîn Elemhuliye…


Di îskenceya fîzîkî û derunî re derbasbû


Rejîma Îranê bi sedan siyasetmendarên kurd darvekirine. Şîrîn Elemhulî jî yek ji wane. Şîrîn di sala 1984’an de li gundê Demkîşlak yê girêdayî bajarê Maku yê Rojhilat çavên xwe li jiyanê vekiriye. Di sala 2008’an de ji aliyê pasterên Îranê ve hat girtin. Şîrîn dema ku hat girtin 25 rojan li cihak nedizanî kuye bê navber îskenceya fîzîkî û derunî dît. Piştî îskencaya 25 rojan ew şandin girtîgiha malê. Piştî 6 mehan ji wê jî şandin beşa Nesvan. Piştî salekê ji wê jî şandin dadgiha şoreşê ya Tahranê. Dadgihê bi hinceta bê destur li sînor re derbasbûye 2 sal cezayê girtîgihê dayê. Li gel wê jî ji ber ku peyîwendiya wê bi PJAK’ê re hebûye bi cezayê dardekirinê hat cezakirin. Ev hikum di çileya sala 2009’an de ji aliyê parêzeran ve hat îlan kirin. Ji ber zagonînebûna hikumê ku dayî wan parêzeran ji bo ji nû ve darezandinê serlêdan kirin. Lê tu sedeman nekarî cezayê dardekirina wan paşde vegerîne.


Şîrîn jina kurd ya duyeme tê dardekirin!


Di 9’ê Gulana sala 2010’an de Şîrîn li gel sê hevalên xwe Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî û Elî Hayeriyan hatin dardekirin. Di tekoşîna netewiya gelê kurd de piştî Leyla Qasim Şîrîn jinan duyem ya kurde tê dardekirin. Şîrîn ji bo “neçe cenetê” ji aliyê rejîma îranê ve hat tecawîz kirin. Jinên ku ji aliyê rejîma îranê ve tên dardekirin du carî qetil dikin: Dema tecawîz dikin û dardedikin… Şîrîn, Ferhad, Ferzad û Elî piştî sêdarê cenazeyê wan ji bo otopsiyê rakirin navenda Şaweyşiyê. Piştî wê jî li cihakî nayê zanîn hatin definkirin. Li gel hemû bertek û nerazîbûnan jî ev 4 sal derbasbû lê hîna cenazeyên wan nedane malbatên wan.


‘Sekna Şîrîn ya Zîlanan û Semayane’


Şîrîn jî weke gelek kurdan aşiqê azadiyêbû ji ber tekoşîna wê ya jinan ew hedef hat nîşandan. Ji ber deshilat û mêtînger ji sekin û helwesta wê ditirsan ew hedef girtin û qetilkirin. Di du salên dîlgirtî de nasnameya xwe înkar nekir û li hemberî rejîma îranê bi cesareta xwe ya lehengî rawesta. Şîrîn mirinek birumet hilbijart. Şîrîn di tekoşîna gelê kurd de bedelê wê çî dibe bila bibe bû navê tekoşîna azadî zayendî û azadiya netewî. Li gorî 4 sal li ser bûyerê re derbasbû jî lê hîna bertekên li hemberî dardekirina Şîrîn Elemhulî û hevalên wê berdewam dikin. Endama Rêvaberiya Gişti ya KCK’ê Sozdar Avesta ji bo Zîlan (Zeynep Kinaci) dest dabû pênûsê û ji bo Şîrîn jî nîşeyek wiha di dîrokê de hêla:


“Rastiya Zîlan rastiya jinên Rojhilata Navîn çawaye nîşandaye. Navên Zîlan bi Sema Yuceyan, Fîlîz Yerlikayeyan (Gulan), Nudayan, Viyanan, Şîlanan, Sorxwînan, Gulbaharan, Dîlcelyan û Dêrsiman dîsan îsal jî di 9’ê Gulanê de li hemberî rejîma molla îranê ya wehşî bi bi cesaretek mezin heta dawiyê li ber xwe da û li ber benê sêdarê jî bi duruşmên azadiyê diqêriya. Şîrîn bi sekna xwe ya biheyîbet di riya hevalên xwe Zîlan û Semayan de meşiya. Şîrîn Elemhulî berdewama xeta Zîlane. Xeta Zîlan êdî îro li her derê berdewam dike. Li hemberî hemû tundiya dijminan bûye felsefeyak ya jiyanê û rêya rizariya gelan ji bin bandora deshilataran. Helwesta Hevala Şîrîn li hemberî rejîma îranê weke helwesta Zîlanan û Semayanbû. Sekin û helwesta Şîrîn dide diyar kirin ku xeta Zîlan bê navber berdewam dike û dê her dem berdewambike.”   


 Şîrîn li peyî xwe tenê nameyek ya k udi 3’ê yê gulanê de pênûs girtî destê xwe û nivisiyî hêlaye. Nameya ku Şîrîn li peyî xwe hêlayî wihaye: “Pêvajoya girtina min ber bi sala sêyem ve diçe. 3’ê sal jiyana min bi zoriyan derbasbû. Din ava girtîgihê de li peyî deriyên hesinî. Du salan bê parêzer û di cihên nayê zanîn de min jiyan kir. Di vê pêvajoya ne dihat zanîn ez li kîjan cihan û li kîna girtîgihême, min pêvajoyên gelek dijwar û îskenceyek mezin ji destê pasteran dît. Di vê navberê de her roj min nerazîbûna xwe ya ji bo biryara hatî girtin û darezandina xwe di anî ziman jî ev dexwaza min bê bersiv dima. Di dema derezandina min de bi bêmafî biryara dardekirinê dan û dê bi bêmafî min bibin sêdarê.


Sedema girtina min çiye, yan jî çim amin dibin sêdarê?


Gelo ji ber ku ez kurdim? Heger wiha be ezê bêjim ku dayîka min ez kurd anîme cîhanê. Ji ber kurdbûna me me jiyanek zor û zehmet jiyankir û ji her tuşîtî mehrumbûn. Zimanê min kurdiye ev ziman bi peyîwendiyên min yên li gel malbata min, heval nasên min re pêşket û ez bi wî awayî mezimbûme. Ev rê bû pira peyîwendiyên min. Niha ez nikarim bi zimanê xwe bipeyîve, zimanê min hatiye qedexekirin. Ez bi zimanê xwe na xwînim û na nivîsim. Ji bom in dibêjin ‘kurdbûna xwe înkar bike.’ Heger ez tuştekî wiha bikim ‘weke kum in hebûna xwe înkar kiriye.’


Birêz dozger û dadger:


Di dema dadgehirina min de ez ne xwediyê axaftina bi zimanê xweme. Di du salên girtîgiha malê beşa jinan de ez bi riya hevalên xweyên jin yên girtî hînî zimanê farisî bûm. Hun bi zimanê xwe min dadgeh dikin û di darezînin. Cardin bi zimanê xwe hikumê min diyar dikin. Di vê rewşê de li derdora min çî dibe nizanim û heta parastina xwe jî nakim. Îskenceya ku hun l imin dikin bi şev dibe kabûsên xewnên min. Di vê pêvajoya lêpirsînê de êşa ku her roj ez dikêşim b imin re berdewam dike. Di dema îskencê de darbeyên kum in ji serê xwe girtine niha li tev bûne nexweşî di serê minde. Carnan jî bi êşekî pir mezin bandora xwe nîşan didin. Ji ber êşa serê xwe ez ji ser xwe diçim bi saetan bê hişdibim û li derdora min çî dibe nizanim. Ji ber ewqas darbeyên xirab bi serê min ketine di pozê min de xwîn diherike. Di dema ku bi êşa serê xwe ez ji ser xwe diçim, dema ku ji pozê min xwîn diherike wê demê ez bi ser xwe ve têm û cardin jiyan xwe ya berê berdewam dikim. Ji ber îskenceya giran ya min dîtî ne tenê serê min di tevahiya laşê min de şop hêlaye û dibe desema nexweşiyan. Ji ber darbeyan êdî asta dîtina çavê min gelek kêmbûye. Ji ber her ku diçe asta dîtina çavê min kêm dibe, min ji bo xwe berçavk xwesitiye lê tu bersivê nadin vê daxwazamin. Dema ku ez nû ketim girtîgihê porê min reşbû, lê her roja ku diçe tayên sipî lê zêde dibin. Ez dizanim ku hun vê tenê li hemberî min û maltaba min nakin. Hun vê li hemû zarokên kurdan yên weke (Zeynep Celaliyan, Ronak Seferzade û …) dikin.


Dayîkên kurd her roj aqîbeta zarokên xwe mereq dikin. Her dema ku telefonê dikin bi tirsa dardekirina zarokên xwe telefonê vedikin. Xwesitn bi malbata min re li hev bikin û bi wî awayî dardekirina min rakin. Ev taleba wan tê çî wateyê ez tênagihim. Ji gotinên xwe yên berê min ji bo wan gotî ez ji wan cudatir tuştekê nabêjim. Tiştên wan dawiyê gotîn xwestin ez dubere bêjim. Lê min wiha nekir. Ez weke girtiyek di destê wan de, heta daxwaza wan neyê cîh min ne haberdin, yan jî dê min li sêdarê bidin. ‘Dê tucarî gotinên azadiyê’ ji ser zimanê min kêm nebin.”


Ji sala 2007’an heta niha 12 siyasetmendarên kurd li sêdarê dane


Ji sala 2007’an heta niha herî kêm rejîma îranê 12 siyasetmendarên kurdan li sêdarê dane. Yekem girtiyê ji doza PJAK’ê ji aliyê rejîma îranê ve hatî dardekirin Hasan Hikmet Demir e. Hasan Hikmet Demir di sala 2007’an de hat dardekirin. Di 11’ê Mijdara 2009’an de Îhsan Fetahiyan, di 6’ê çileya 2010’an Fesîh Yasemînî, di 9’ê Gulana 2010’an de jî mamostayê kurd Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan û aktîvsta jinên kurd Şîrîn Elemhulî ji aliyê rejîma îranê ve hatin dardekirin. Di 27’ê çileya sala 2011’an jî li bajarê Şîno yê Rojhilatê Kurdistanê Endamê Partiya Demokrata Kurdistanê (IKDP) Ferhad Tarîm li girtîgiha Urmiyê hat dardekirin. Di 5’ê çile de jî girtiyê siyasiyê bi navê Husên Xizirî li girtîgiha Urmiyê bi dizî hat dardekirin. Dardekirina wî di 15’ê çile de hat diyar kirin. Di dawiya cotmeha sala 2013’an de li îranê 40 kes hatin darde kirin. Ji wan 2 siyasetmendarên kurdbûn û di navê de jin jî hebûn. Di roja 26’ê cotmehê de siyasetmendarê kurd Hebûbilah Gulperîpur û li girtîgiha Selmasê jî Riza Îsmaîlî- Mamedî ji aliyê rejîma îranê ve hatin dardekirin.


Rêxistina Af û HRW rejîma îranê şermezar kirin


Rêxistina şopandina mafê mirovan (HRW) girêdayî dardekirina Şîrîn Elemhulî û di heman rojê de dardekirina Ferzad, Ferhad û Elî û di heman rojê de dardekirina yekî îranî jî di 11’ê gulanê de daxuyaniyek da û helwesta rejîma îranê ya despot şermezar kir. Cîgirê Dîrektorê Rojhilata Navîn yê HRW yê Joe Stork got: “Ev mînaka dawiyê ya bê mafane qetilkirina 4 kurdane. Daraz kurdan weke kesên ji rêxistinên çekdar nîşan dikin û darde dikin.” Rêveberê Rêxistina Efoyê ya Navnetewî Malcolm Smart jî got: “Ev îdama ku qet hişyarî ji bo wê nekirin û hem adi carekê de hat kirin em şermezar dikin. Dardekirina 5 kesan b idadî nehat kirin. Ji yên hatin dardekirin 3 ji wan di îskenceyên giran re derbasbûn. Du ji wan jî ji bo îtiraf bikin hatin îskencekirin.”


(zt)