DTK: Ji bo roja zimanê kurdî hemû kes dakevin qadan

11:50

JINHA


AMED - Komisyona Ziman û Perwerdehiyê ya  Kongreya Civaka Demokratik ji bo Roja Zimanê Kurdî daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Osman Ozçelik anî ziman ku "15'ê Gulanê weke ‘Roja Zimanê Kurdî’ tê qebûlkirin û her sal bi çalakiyên wêjeyî û hunerî ev roj tê pîrozkirin.  Îsal jî emê hefteyekê, cejna xwe ya ziman bi çalakiyên cur be cur pîroz bikin.”


Komisyona Ziman û Perwerdehiyê ya  Kongreya Civaka Demokratik (DTK) ji bo 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî li avahiya xwe daxûyanî da çapemeniyê. Endamên Meclisa DTK yên ziman jî tevlî daxûyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Pankarta kurmancî û kurmançki ya bi sernivîsa " 15'ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî Pîroz be" û "15'ê Gulanî Roşanê Ziwanê Kurd Pîroz bo " hate daliqandin. Li ser navê komiteya ziman Osman Ozçelik daxuyanî da çapemeniyê.


‘Zimanê me hebûna meye’


Osman Ozçelik anî ziman ku "15'ê Gulanê weke ‘Roja Zimanê Kurdî’ tê qebûlkirin û her sal bi çalakiyên wêjeyî,hunerî ev roj tê pîrozkirin. Îsal jî emê hefteyekê, vê cejnê xwe ya zimanê şêrîn bi çalakiyên cur be cur pîroz bikin." Osman wiha got: "ziman parçeyekî xwebûna mirov e. Hest,zeka,û raman ku di kesayetiya mirov de heye,dikare tenê bi riya zimên derkeve derveyî xwebûnê. Ji bo vê ye kuz iman û raman weke, yek parçe bin tê qebûlkirin. Ji bo mirovên k udi heman civakê de dijîn,an jî heman neteweyî ne bikaribin ji hevdu fam bikin hi hev re têkiliyan deynin pêwistî bi zimanekî hevpar heye. Ev zimanê hevpar zimanê wî gelî zimanê wî neteweyî ye. Her netewek bi zimanê xwe tê naskirin. Ziman sembola herî girîng a neteweyekî ye, bo wê çandê ye ku em dibêjin ‘Zimanê Me Hebûna Me Ye.’"


Ziman nasname bi xwe ye’


Osman da zanîn  ku "Zarokên k udi nava 5-6 salan û bi hezar zehmetî hînî zimanê dayikê bûne,hînî 6 hezar bêje û rêzimana dayikê bûne,divê perwerdehiyê bi zimanê xwe bibîni. Ziman tenê ne bêjeyên ragihandinê ye, ziman din ava xwe de temama hêmanên çanda neteweyî dihewîne. Ziman nasname bi xwe ye. Osman bibirxist ku li gorî zimansanê navdar Humbold dibêje " heke zimanê mirov ji destê mirov bête girtin,tê wê wateyê ku mirov tê kuştin" Zarakên ku bi zimanekî biyanî têne perwerdekirin,rastî travmayên mezin tên. Nikarin rast biaxivin lalûte dibin, ji zimanê xwe şerm dikin dê û bavê xwe sûcdar nehêja dibînin. Ji neteweyê xwe nefret dikin,ji dibistana direvin,şerûd,şermok dibin,dereng hîn dibin,bêdeng dibin, bixwebaweriye wan dişkê.


‘Wêjeya nûjen a kurdî bi Celadet Destpêkiriye’


Osman Ozçelik diyar kir ku "Li dinyayê pirzimanî weke dewlemendiyê tê qebûlkirin û lig elek dewletan ji yekî pirtir zimanên fermî hene. Ji 193 dewletên endamê Neteweyên Yekbûyî li 113 dewletan pirzimaniya fermî heye. Li Çin 51,Hindistan 36,Rusya 34, Bolivya 37, Filipin 17, îtalya 11, Efrîqa Başûr 11, Îran 8, Iraq 4 îswiçre 3 Îspanya 3, Kanada 2, zimanên fermî hene.


Osman diyar kir ku " Em bi serfirazî dikarin bêjin k udi roja me de, bi hezaran kurd êdî bi zimanê xwe dibinîn. Em dikarin bibêjin ku wêjeya nûjen a kurdî bi Celadet Destpêkiriye. Celadet di serî de alfebeya kurdî ya bi tipên  latînî afirandiye û rêzimana kurdî saz kiriye. Em jî weke Kongreya Civaka Demokratîk, ban dikin ku her kesayetî sazî û rêxistinên kurd li cejna zimanê xwe xwedî derkevin û bi kurdî biaxivin,binivîsin,û çalakiyên daxwaza perwerdehiya bi zimanê xwe bikin.


Divê her saziyên kurd di vê hefteyê de saziyên xwe bi rengê cejna bixemilînin. Roja 15'ê Gulanê meş,şahiyên cejnê li dar bixin, divê her kes sazî û rêxistinên kurd, bi çoşeke mezin tevlî van çalakiyan bibin.”


(pk-dc/zt)