Şerbin Demirkol: Hêlîn aşiqê jiyanêbû…
12:44
Bêrîtan ELYAKUT / JINHA
AMED – Di 4’ê gulanê de çeteyan êrîşî Girê Sêwê yê Kantona Kobanê ya Rojava kirin û di encamê de endama YPJ’ê Hêlîn Demirkol bi nasnav Hêlîn Amed jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Hêlîn di destê IŞÎD’ê dene. Girêdayî tekoşîna Hêlîn xwişka wê Şervin Demirkol wiha axivî: “Xwişka min aşiqê jiyanê bû. Ewê ne ji bo kesekê ji bo hemû gelên tên perçiqandin tekoşîn dikir. Heger gerillayek li ser berfê û beran dirazin, ev ji heskirina û eşqa wan ya ji bo tekoşîn û gelê wan tê.”
Şoreşa Rojava ji aliyê rêxistinên xwe li ser xwînê didin jiyan kirin ve rastî êrîşên întihatî û şerekî bê navber tên. Dixwazin bi van êrîşan şoreşa Rojava vale derxînin. Rêxistinên çeteyan yên weke El Nusra û IŞÎD êrîşî Rojava dikin. Di wan êrîşan de endamên YPG û YPJ’ê yên jiyana xwe ji dest didin, cenazeyê wan digirin û îskence dikin. Di 4’ê gulanê de çeteyên IŞÎD’ê êrîşî herêma Girê Sêwê yê Kantona Kobanê ya Rojava kirin û di encamê de endama YPJ’ê Hêlîn Demirkol bi nasnav Hêlîn Amed jiyana xwe ji dest da. Hîna cenazeyê Hêlîn Amed jî hîna di destê hêzên IŞÎD’ê de tê girtin. Xwişka Hêlîn Amed ya k udi 18’ê Mijdara sala 2008’an de tevlî nava refên PKK’ê bûyî Şerbîn Demirkol sedema ku hîna cenazeyê xwişka wê di destê çeteyan de tê girtin Serokwezîr Tayîp Erdogane û wiha got: “Heger heta niha evqas şehîd tên dayîn hemû sedem Erdogane. Li hemberî tekoşîna xwişka me serê me bilinde. Emê di riya wê de tekoşîna wê berdewam bikin.”
‘Çiya hevalên Hêlînin’
Dayîka Hêlîn Nazmiye Demirkol jî diyar kir ku piştî demeke dirêj keça xwe dît û xwest ew cardin vegere. Nazmiye anî ziman ku keça wê Hêlîn nevegerîna xwe da diyar kirin û wiha domand: “Keça min ji bo min got: ‘Çiya ji bom in bûye dayîk, xwişk, bira û heval.’ Min ne xwest dilê keça xwe bihêlim. Ji ber kêfxweşî û şanaziya wê ji bom in ji her tuştî giringtire. Nazmiye destnşan kir ku dê heta dewiyê girêdayî tekoşîna keça xwe bimîne. Nazmiye bilêv kir ku ew tenê cenazeyê keça xwe dixwaze û wiha berdewam kir: “Em tenê cenazeyê şehîdên xwe dixwazin. Keça min bû bûka çiyan. Heta dawiyê tekoşîna xwe da. Keça min di destê çeteyan dene. Ez dixwazim mezarek yê keça min hebe ez her car biçim li ser bêhna xwe bidim.”
‘Kes nikare vê tekoşînê bi dawî bike’
Xwişka Hêlînê Şerbîn Demirkol jî diyar kir ku xwişka wê gelek bi cesarete û di 6 salên tekoşînê de ji şer netirsaye. Şerbin anî ziman ku xwişka wê ji bo hemû gelên tên perçiqandin tekoşîn dikir û wiha got: “Ji ber vê jî emê girêdayî tekoşîna şehîdên xwe yên xwediyê dilekî mezin bin. Kes nikare vê tekoşînê tune bike. Ji ber her kesên ku vê tekoşînê bi rêve dibin xwediyê dilekî mezinin.” Şerbin bilêv kir ku tirsa xwişka wê ya herî mezin ketina destê çeteyanbû û wiha domand: “Çeteyan tehmulî cenazeyê xwişka min jî nekirin. Em cenazeyê xwişka xwe dixwazin. Em ditirsin ku çete zererê bigihînin cenazeyê xwişka min. Bi navê dîn qirkirinan dikin. Lê dê rojekê hesabê vê qirkirinê bê dayîn.”
‘Tekoşîna ku ew bi tac kirî emê biparêzin’
Şerbin da zanîn ku Hêlîn xwediyê kesayetekî barvekar û ji hevalên xwe hes dikir û wiha berdewam kir: “Ji ber xwişka min xwediyê kesayetekî parveker bû ji ber wê jî ev tekoşîn tercîh kir. Hêlîn tu carî li hemberî bêmafiyan serî neçemand. Ew jinekî gelek bi cesaret bû. Tekoşîna ku xwişka min 6 salan dayî emê bilind bikin û emê dilê dijminan şanekin. Ji ber em bi tekoşîna xwişka xwe serbilindin. Ew tekoşîna wê bi tec kirî emê zêdetir bilind bikin.” Şerbin tekoşîna kurdan ya 36 salên dewî û bedelên giran yên hatîn dayîn bi bîrxist û wiha got: “Heger berîniha des salan ev tekoşîn hatibana dayîn belkî îro ev qas şehîd me nedabana. Di beku heta niha me bi rehetî karîbana navê ‘Kurdistan’ bikar bînin.
‘Îro cejna xwişka mine’
Şerbîn sedema ku hîna cenazeyê xwişka wê di destê çeteyan de tê girtin Serokwezîr Tayîp Erdogane û wiha got: “Heger heta niha evqas şehîd tên dayîn hemû sedem Erdogane. Li hemberî tekoşîna xwişka me serê me bilinde. Emê di riya wê de tekoşîna wê berdewam bikin.” Şerbin ji ber ku gelê Çermûgê li xwişka wê xwedîderneketine ew rexne kir û wiha domand: “Xwişka min aşiqê jiyanê bû. Ewê ne ji bo kesekê ji bo hemû gelên tên perçiqandin tekoşîn dikir. Heger gerillayek li ser berfê û beran dirazin, ev ji heskirina û eşqa wan ya ji bo tekoşîn û gelê wan tê.” Şerbin ji bo gotinên xwişka xwe yên bi heskirina jiyanê jî wiha domand: “Xwişka min ji bom in her dem wiha digot: ‘Jiyan kirin tenê nefes dayîn û sitandin nîne. Heger jiyan kirin tenê dayîn û sitandina bêhnêbe ev îxaneteke. Ez aşiqê jiyanê me ji ber wê jî ne ji axê ne ji maran û ne jî ji tuştekê natirsim.’ Ez niha wê eşqa mezin û gotinên tije yên xwişka xwe têdigihim.”
(zt)

