Li Endonezyayê jinek ciwan ji aliyê 8 mêran ve hat tecawîzkirin

13:16

JINHA


ENDONEZYA – Li Endonezyayê jinek ciwan têkiliya wê li gel mêrekê hebû. Dema ku hat zanîn têkiliya wê li gel mêrekê heye ji aliyê 8 mêrên êrîşkar ve rastî destdirêjiyê hat.


Li Endonezyayê jinek ciwan li gel mêrekê têkiliya wê hebû û ji wê mêrî hes dikir. Lê dema ku ev rewşa heskirina wê ji aliyê hinek derdoran ve hat zanîn ji aliyê 8 mêrên êrîşkar ve rastî destdirêjiya zayendî hat. Her 8 mêran bi awayekî hovane tecawîzî jina ciwan kirin.


Li piştî bûyerê jina ciwan li gel polîsan gilî kir. Li peyî gilîkirina wê 3 ji wan 8 mêrên êrîşkar hatin girin. Lê di dema girtina wan de, her 3 mêran jî dixwestin jina ciwan bê girtin. Lig ora wan ji ber jina ciwan bê ehlaqî kiriye, ji mêrekê heskiriye. Ji ber wê jî divê bê girtin û cezakirin. Ji ber jina ciwan ji derveyî şerîeta îslamê ji mêrekê heskiriye û li gel maye, li gora wan divê jina ciwan bê recimkirin û cezayê xwe bikêşe. Ev rewşa recimkirina jina ciwan ji aliyê polîsan ve jî hat erêkirin.


Li gorî hişmendiya serdestan hem jin tên tecawîz kirin û hem jî  li ser de jî tên cezakirin.


(zt)