ESP’ê banga xwedîderketina li girtiyên Geziyê kirin

15:05

JINHA


EDENE – Bi boneya berxedana parka Geziyê Murad Ekinci û Mahmud Yigit hatibûn girtin. Runiştina doza wan di 27’ê gulanê de dê li Ediliyeya Edeneyê bê dîtin. Rêxistina Navenda ESP’ê ya Edeneyê bi boneya 3’emîn runiştina doza Murad Ekinci û Mahmud Yigit banga tavlîbûna dozê li her kesê kirin.


Bi boneya berxedana parka Geziyê Murad Ekinci û Mahmud Yigit hatibûn girtin. 3’emîn runiştina doza wan di 27’ê gulanê de dê li Ediliyeya Edeneyê bê dîtin. Rêxistina Navenda ESP’ê ya Edeneyê bi boneya 3’emîn runiştina doza Murad Ekinci û Mahmud Yigit civîna çapemeniyê li darxistin. Civîna çapemeniyê li Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê hat li darxistin. Li gel endamên ESP’ê rêveberên ÎHD’ê jî tevlî bûn. Di daxuyaniyê de pankarta bi sernivîsa “Di 27’ê gulanê de tuştên em bikin li ber Ediliyeya Edeneyê ne qediyaye”hat vekirin. Di daxiyaniyê de Endamê MP ya ESP’ê Meral Tatar poperasyonên di dema parka Geziyê de bi bîr xist û wiha got: “Em bi milyonan ji bo azadî û rumetê daketin kolanan. Li ser van dozan û yên weke van de newin. Em baş dizanin ku bi daketina kolanan û li hevalên xwe yên gitî xwedîderketinê emê bikarin wan derxînin.”


Meral diyar kir ku dê roja 27’ê gulanê li ber derê Ediliyeya Edeneyê bin. Meral bang li her kesê kir ku ji bêmafî û bê hiququyê re bêjin bese.


  (zt)