Ji bo bidawîbûna tecawîzên zarokan kampanyeya îmzayan hat despêkirin
15:35
JINHA
AMED – Ji bo ku kirinên îstismar û tecawîzên zarokan bê ceza nemînin li ser înternetê dest bi kampanyeyê hat kirin. Di demeke kin de 5 hezar û 338 îmza hatin berhevkirin. Îmzayên tên berhev kirin ji Serokwezîr re tê şandin.
Di van demên dawî de her ku diçe îstismar û cînayetên zarokan zêde dibin. Yên ku van kirinan dikin jî bê ceza dimînin. Ev yek jî cesaretê didin wan û dibe sedema zêdebûna van kirinan. Ji bo bertek nîşandana van kirinan li ser înternetê destbi kampanyayê hat kirin. Kampanye yê bi duruşma “Ji tecawîzên zarokan re bese. Yên ku van kirinan dikin serbest bernedin. Cezayê herî giran bidin wan.” Di demeke kin de 5 hezar û 338 îmza hatin berhevkirin. Li Stenbol jî 2 hezar û 338 îmza hatin komkirin.
Di çarçoveya kampanyayê de îmzayên tên berhev kirin ji Serokwezîr re tê şandin.
Ji bo alîkarîdayîna Kampanyayê hun dikarin xwe bigihînin vê navnîşanê http://imzakampanyam.com/Cocuk-Tecavuzleri-Cezasiz-Kalmasin-Tecavuzculere-En-Agir-Ceza-Verilsin--imza-kampanyasi .
(zt)

