Di doza Kader Erten de bersuc sucdar hatin dîtin

18:05

JINHA


AMED – Kader Erten ya k udi 12 saliya xwe de li Sêrtê hat zewicandin. Di 14  saliyêde jî bi awayekî quştî di mala xwe de hat dîtin. Doza qetilkirina Kader di 3’emîn Dadgiha Cezayê Giran ya Sêrtê hat dîtin. Di dozê de heverê Kader Mehmed Atak sucdar hat dîtin. Lê bavê wan Musa Erten û Tahîr Atak jî ji ber di karê zewaca wan de hevkarî kirine, ew jî weke sucdarên wî sucî hatin dîtin. Gelek saziyên jinan beşdarî dozêbûn. Doz taloqî 2’ê tîrmehê hat kirin.


Kader di 12 saliya xwe de li mezraya Duguncuyan ya gundê Yapraktepe yê navçeya Xesxêr ya Sêrtê hat zewicandin. Di temenê 14 saliyê jî di mal de bi derba çekê qetilkirî hat dîtin. 2’emîn doza bi zorê zewicandina Kader îro hat dîtin. Doza qetilkirina Kader di 3’emîn Dadgiha Cezayê Giran ya Sêrtê hat dîtin. Di runiştina dozê de ÎHD, Meclisa Jinên BDP’ê, Însiyatîfa Dayîkên Aştiyê, Komusyona Jinên KESK’ê, Navenda Şêwirmendiya Ekîn Cerenê, Komeleya Jinan ya Cerenê, EPÎDEM, DÎKASUM, aktîvîteyên Navenda Jinan ya Kardelenê, Hevşaredara Sêrtê Balkis Beştaş Epozdemir jî dinav de gelek kes amadebûn. Di dozê de despêkê ji ber ji 15 saliyê biçuktir hetiye zewicandin û ew rewş weke îstistara zayendî hat dîtin.


Di derbarê dayîkan de teleba ceza!


Heyeta dedgihê ji ber “îstismara zayendî û kes ji azadiya wê bê par hêlan” hevserê wê yê mehra mela sucdar kir. Her wiha heyeta dedgihê bavê Kader Musa Enter û bavê hevserê wê Mehemd Tahir Atak jî bi dedema “alîkariya sucê hatî kirin kirine” sucdar kirin. Ji bo dayîkên herduyan jî ji ber mafê wan yê gotinê di wan mijaran de nîne ji heyeta dadigihê daxwaza beraeta wan hat kirin. Parêzera Kader Erten Remzî Atelar dayîka herduyan bi sucê “kes ji azadiya wê bê par hiştiye” sucdar kir û xwest her du jî bên cezakirin. Heyeta dadgihê navber da û paşê jî doz taloqî 2 yê tîrmihê kir.


‘Emê li hemberî qirkirinên jinan dengê xwe bilind bikin’


Piştî dozê hemû saziyên jinan yên tevlî dozê bûne li berd eriyê Ediliya Sêrtê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta bi sernivîsa “Emê hesab ji parêzvanên tecawîzkaran bixwazin” hat vekirin. Bi navê jinan Civaknasa Navenda Jinan ya Berfîn Celîle Asî daxuyanî da. Celîle balkişand li ser tacî, tecawîz û qirkirinên jinan û got: “Em di welatek her roj 5 jin tên qetilkirin de dijîn. Lê daraz her dem di hêsan kirin û ji nedîtî ve li van bûyeran nêrînê de îsrar dikin. Mixabin ev jî encamên daraza bi hişmendiya mêran kar dikiye.”


Celîle anî ziman ku ew qetilkirinên jinan weke mijarek polîtîk dibînin û wiha got: “Hikumet qidetê û qetilkirina jinan meşru dike.Weke gelek dozên ku em di şopînin emê doza Kader Erten jî bişopînin û her dem emê şopdarên van dozan bimînin.”


 (zt)