Ji dayîka girtî nameya ji bo zarokên wê yên azadiyê
11:04
Zehra DOGAN/JINHA
JINHA
AMED – Roja dayîkan ya ku koka xwe digihîne heta dema xudawendan û xwediyê dîrokek kevnare. Di roja dayîkan de nameyek ji dayîkek ya ku bi tekoşîna xwe hatiye tackirin di Girtîgiha Tîpa M ya Êlihê de Elîf Uludag (Zelal). Zelal ji bo zarokên xwe yên azadiyê nameyek şandiye. Zelal dem adi girtîgihê debûye lawê wê yê mezin Hakî di nava refên PKK’ê de di tekoşînê de jiyana xwe ji dest dide. Zelal di nameya xwe de qala lawê xwe Hakî dike û wiha dibêje: “Temenê meç î dibe bila bibe, em jin û dayîkên gelek yên hatî avêtina girtîgihanin. Niha ezê rojek dinê jî ya dayîkan ji zarokên xwe dur din ava çar dîwaran de pêşewazî bikim. Vê carê jî bi agahdarbûna şihadeta lawê xwe ezê roja dayîkan pêşewazî bikim. Dilê min parçebûye û her parçeyek li erdnîgariyek cuda dijî, din ava rewşek wiha de gelo ezê ji kîjan aliyê dayîkbûna xwe hesbikim?”
Li ser bana Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 19’ê Cotmeha sala 2009’an de di Deriyê Xabur re kete hindirê Tirkiyê. Piştî demeke kin bi hincetên cuda cuda girtin û avêtin girtîgihê û bi deh salan ceza danên. Endama “Çareseriya Demokratîk û Koma Aştiyê” Elîf Uludag (Zelal) ya 55 salî di Girtîgiha Tîpa M ya Êlihê de ji bo zarokên xweyên azadiyê nameyek nivîsî. Di sala 2003’an de li gel “mertalên zindî” li peyî zarokên xwe çu û got: “Di vê lêgerîna heqîqetê de ez jî dixwazim beşdar bibim û tekoşînê bikim” û tevlî nava refên PKK’ê bû. Zelal li gel her du zarokên xwe Hakî û Siwar di heman refan de şer dikirin. Endama “Çareseriya Demokratîk û Koma Aştiyê” berî bikeve ser rêya hatina Tirkiyê cara dawiyê lawê xwe Hakî yê ku weke hevalê xwe binav dikir dît û din ava bêhna gul û kulîlkên xwezayê yên mîna cenetê de bi rukenî her duyan wêneyê xwe kişandin. Bi vî awayî xatir ji lawê xwe yê ku bi şîrê sipî mêzandî xwest … Zelal ya k udi nava Koma Aştiyê ya k udi nava herêmê de bi kelecaneke ger hatî pêşewazîkirin de cîh gitye. Li her derê digot: “Heger aştî çêbibe dê zarokên min jî bên.” Zelal ya ku xwediyê dilek mezin yê heskirinêbû ew gotinên wê hîna deng vedidin.
‘Heger aştî çêbibe dê zarokên min jî bên…’
Pêvajoya 2009’an ji aliyê Serokwezîr ve bi neçareseriyê hat girtin û perde kêşa ser dikê û temaşevan belav kir. Di vê pêlê de ne aştî hat û ne jî zarokên Zelal… Carekedinê dest bi pêvajoya şer hat kirin. Di wan deman de Zelal hat girtin lawê wê yê Dogan birîndar bû. Hakî jî jiyan xwe ji dest da. Lawê wê yê biçuk Oner jî li Fransa ji doza siyasî di girtîgihêden. Zelal ne şer aştî dixwest. Li gel Zelal aştî dixwest jî lê hat girtin û kete nava çar dîwaran. Zelal ya ku bi hêvî û dilê xwe ji heskirina aştiyê dagirtiye bi gotinên “Dê aştî bê û zarogên min jî vegerin” bûn kevok û çun lawê wê Hakî jî girtin û berbi bêdawîbûnê de birin… Li her dera cîhanê roja dayîkan bi heskirinekî mezin tê pîrozkirin. Dayîka di girtîgihê de jî ji bo lawê xwe yê di bêdawîtiyê de hatî oxirkirin name nivîsiye û hindik be jî hewldaye bivan peyîvan kela dilê xwe vemirîne. Di roja dayîkan ya ku koka xwe dispêre çanda demê xudawendan de li Girtîgiha Tîpa M ya Êlihê Zelal ji bo zarokên xwe yên azadiyê yên ku navnîşana wan nizane name nivisiye.
‘Ji bo min roja dayîkan tu wateya xwe nîne’
Zelal bi gotinên weke “Erê carekedinê em di pêşewazîkirina rojek dinê ya dayîkan denin” bi xemgînî wê rojê pêşewaz dike. Zelal diyar kir ku ji bo roja dayîkan bi wate bibe divê despêkê dayîk li gel zarokên xwe yên ku parçeyek ji canên wanin be. Zelal da zanîn ku dayîkek dema ku zaroka xwe dide ber hembêza xwe û bihna zaroka xwe ji kurahiya dilê xwe digire wê demê dayîkbûna xwe hîsdike. Zelal anî ziman ku dayîkên kurd ji bo zarokên xwe her roj rondikên çavan dibarînin û nekarîn weke ku dilê wan dixwaze zarokên xwe bidin jiyan kirin û wiha got: “Ev jî têrnake di roja me de bi tekoşînkirina ku bêyî em canê xwe bifikirin bedelan didin û cenazeyê zarokên xwe pêşewazî dikin. Niha we hesret hemû bûye agirekî bê eman ax di hindirê canê me alandiye. Hem jî agireke ku tu carî vemirandina wê ne gengaze… Her dem bi hêviya û xeyalên hembêskirina wan, bi wan re suhbet kirin û bi hev re li cihên bedew geriyanê dijîm. Emê bîranînên wan yên li peyî wan mane bêjin û wan bilind bikin li jiyanê. Emê parçeyek kincên wan yên ku li peyî wan mane pênûsek, lênûsek, çeqmeqek, goreyek emê li cihên wiha bi ewle veşêrin k udi jiyanê de neyên ji bîrkirin. Ezê wan parçeyên bîranînan derxim her carê bidim ber bêhna xwe weke ku Hakî bi xwe bêhin dikim bêhin bikim û carekedinê li cihê wê veşêrim. Ji bom in dê ew bîranînên biçuk herdem Hakî zindî li gel min bihêle. Ezê gelek caran di hindirê pêsîrên xwe de veşêrim wan parçeyên bîranînên li peyî xwe hêlaye. Gelek j ime dayîkan dê bi veşartin derxistin û bêhinkirina van bîranînan weke ku wan zarokên xwe zindî li gel xwe didin jiyan kirin pê xemên xwe birevînin û moral bigirin. Dibe ku ecêb bê lê ji bom e dayîkên ku bi destê xwe zarokên xwe ne veşartine weke ku her dem ew zarokên me li cihekê dijîn û emê xwe bigihînin wan, yan jî dibe ku em naxwazin bi xwe bidin bawerkirin emê êdî wan nebînin. Em dixwazin wan wiha bihêlin. “ Zelal destnîşan kir ku ji ber wê bi xwe lawê xwe ne sipartiye axê, dê tucarî wendakirina lawê xwe bawerneke û nikare bi xwe bide bawerkirin.
‘Ezê di bin sîbera wendakirina lawê xwe de roja dayîkan pêşewazî bikim’
Zelal diyar kir ku jinên kurd dema ku zarokên wan tevlî PKK’ê dibin, ew jî bi awayekê xwe digihînin wê tekoşînê û li gel zarokên xwe têdikoşin. Zelal anî ziman ku bi vî awayî dayîk û zarokên xwe hinek di girtîgihandenin û hinek jî din ava refên PKK’ê denin û wiha domand: “Temenê meç î dibe bila bibe em jin û dayîkên gelek zîndankirîne. Heta roja îro ne cejnek, ne sersalek, ne rojek ya dayîkan û ne jî rojek yên tayîbet min li gel zarokên xwe jiyan nekiriye û em di rojek wiha de rastî hev nehatine. Niha carekedinê ezê ji zarokên xwe dur û din ava çar dîwaran de roja dayîkan pêşewazî bikim. Hem jî vê carê di bin siya şihadeta lawek yê xwe de ezê roja dayîkan pêşewaz bikim. Dilê min parçe parçe bûye û her parçeyek li erdnîgariyek cuda maye, gelo di rewşeke wiha de ezê ji kîjan aliyê dayîktiya xwe hesbikim? Ji ber min di hindirê girtîgihê de agahiya şihadeta lawê xwe bihîst hîna di bawerkirinê de zoriyan dikêşim. Ji ber vê jî ji derketinê û bi rastiyan re ru bir u bûyînê ditirsim. Dibe ku ecêb bê lê ez ji derketinê û bi wan rastiyê dilşewat re ru bir u bûnê zêdetir hindir digirim ber çavan. Ez dixwazim her dem weke min wan li çiyan hêlayî bifikirim. Di dema derketinê de nedîtina wan û bi rastî jî ji dîtina wendabûna wan ditirsim.”
‘Hakî hevalê min bû’
Zelal bilêv kir ku hîna pir ciwan bû dema lawê xwe Hakî aniyî cîhanê û wiha berdewam kir: “Bi salan min li gel lawê xwe Hakî me di heman qadê de tekoşîn dida. Hakî zaroka min ya yekêye. Di temenek biçuk de bûm dayîk. Ez û lawê xwe Hakî em bi hev re mezin bûn. Bi vî awayî em tenê weke dayîk û weled neman her wiha em hevalên hev bûn û me di heman eniyê de tekoşîn dida. Em din ava tekoşîn de di karparvekirinê de ji hev cudabûn. Din ava tekoşînê de gelek bîranînên me yên bi êş û gelek jî bîranînên me yên xweş çêbûn. Ez bi derbaskirina bîranînan yek yek li ber çavê xwe re xwe didim jiyankirin. Her çiqasî di her demek ya wan bîranînan de êşek ku nayê wesif kirin dadikeve nava dilê min û xwe li tevahiya canê min digerîne, lê cardin jî ez Hakî li gel xwe hîsdikim di dema van bîranînan de.”
Hakî: Tu hevala min yê herî xweşikî
Zelal da zanîn ku Hakî di kesayeta dayîka xwe de jin baş nas dikir û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Hakî digot: ‘Ez vê pergala ku civak aniye vê rewşê na pejirînim.’ Ji ber jin û mêr nikarin bi hev re di her aliyî de kar bikin wate nedidayê. Bi tayîbetî jî peyîva hevaltî ji bo wî xwediyê giringiyek mezinbû. Ji bo wê jî digot: ‘Heger ku em bi hevalên jin re hevalin wê demê divê ferq din ava me de nebe.’ Ji ber vê jî tu carî ji bom in ne digot dayê. Ji bom in digot: ‘Tu hevala min ya herî xweşikê.’ Ez niha pir bêriya wê hevaltiya wî ya xweşik dikim û lêdigerim. Bi tayîbetî jî êdî nedîtina wê hevaltiya wi ya xweşik hindirê min dişewitîne. Ji ber vê sedemê jî ez dayîkbûna xwe kêm dibînim. Di van şertan de tenê roja dayîkan dikare bi bîranînên min êşê bide min. Ezê zarokek yê xwe êdî nebînim. Lawê minê dinê jî di girtîgihên Fransa dene. Lawê minê dinê jî birîndar li çiyayan tekoşînê dide. Erê min 3 zarok anîn cîhanê. Lê niha derfetê hevîdtina min ya li gel kesê ji wan nîne. Ev 15 salin min zaroka xwe ya biçuk nedîtiye. Dema kum in ew hêlayî hîna biçukbû. Heta min mezinbûna wî jî nedîtiye. Li hemberî vê pergala qirêj çiqasî têbikoşim hîna kême. Ez dizanim ku tenê ev êşa di hindirê min de dikar bi tekoşînkirinê kêmbibe. Ez dizanim ku her dem dê ev êş bi min re bijîn.”
‘Bi weledên wan re bedena wan bûye parçeyek ji axê’
Zelal wiha domand: “Nexweşekê bifikirin, bi tedawiyê dikare ew nexweş bê rizgarkirin. Ya tê kirin ji bo nexweş tenê tedawiyek raste. Lê êşa dayîkekê bi dermanan nayê çareserkirin. Ji bere w dayîk bi rastiyek windabûyî û carekedinê nayê dîtin re ru bi ruye. Dayîk rojê hezaran car dibêjin ‘bila min li cihê weledê xwe jiyana xwe ji dest dabana.’ Ji ber dayîk bi her bîranîna wendakirina weledê xwe de carekedinê dimirin. Her dem ji jiyana wan parçeyek kême. Ji ber parçeyek ji bedena wan bûye ax.”
‘Di roja dayîkan de ezê êşek mezin hîsbikim’
Zelal di berdewama nameya xwe de wiha gotiye: “Bifikirin rojekê di xwarinê de yan jî cejnekê de tu her dem zarokên xwe difikirê. Wê demê ew xwarin di qirika te de dimîne. Ji xwe dema ku ew xwarin xwarinek ya ku zarokên te jê hes dikirbe. Wê demê ne tu li cihê te xwarin te dixwe. Di nava çar dîwaran de dema ku hevalên min pîrozbahiyekê dikin, sitiranan dibêjin û dîlanê digirin. Lê ez qet nikarim kêfxweş bibim. Hindirê min dişewite û çavên min tejî dibin. Ji bo ku vê nedim diyarkirin ez kedek mezin didim û xwe didim zorê, lê hindirê min di şewite bi destê min nîne. Niha weke hemû rojên tayîbet di roja dayîkan de jî ezê êşek qat bi qat mezin bikêşim. Ew roj dê ji derveyî êşê nikare tiştekîdinê bide min û ji bom in tu wateyekî dinê ya wê nîne ji derveyî êşê. Êşa gelek dayîkên kurdan anîna ziman ne pênûs, ne lênûs û ne jî pirtûk têr dike. Ji xwe di rojnameyekê de nivîsîn hîna zortire. Niha ya kum in li ser lingan dihêle berdewamkirina tekoşîna lawê min ya di riya heqîqetêdene. Bê guman dê tekoşîna wan berdewambe.”
(zt)

