Mizgîn dengek yê di muzîka kurdî de neyê wendakirine

12:22

 Gulşen Koçuk / JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN- Hozan Mizgîn yek ji navên giring yên pêşengên tekoşînê û di heman demê de bi nasnameyên xwe yên weke sekna jina kurd, hunermendî, pêşdebirina tekoşînê û azadiya jinan tê nasîn… Mizgîn ya ku hem jin, hem şoreşger û hem jî hunremend piştî ku tekoşîna azadiyê naskir ji bo pêşdebirina van her 3 nasnameyên xwe ketekî bi hempa daye.


Gurbet Aydin (Hozan Mizgîn) yek ji jinên despêka PKK’ê ya. Hozan Mizgîn bi sekna xweya şoreşgerî şêwe daye hunera xwe û din ava kadroyên pêşengên PKK’ê de tê nasîn. Di sala 1962’an de li gundeê Bilêyder yê girêdayî bajarê Êlihê çavên xwe li jiyanê vekirinye. Beriya darbeya leşkeri ya 12’ê Îlonê Hozan Mizgîn tevgera netewiya gelê kurd nas dike. Piştî demeke kin li gel kumeke ciwan tevlî nava refên PKK’ê dibe û derbazî Surî dibin. Hozan Mizgîn din ava koma ciwanên despêkê li Qada Beka perwerde dîtiye. Hozan Mizgîn din ava PKK’ê de hem tekoşîna hunerî û hem jî tekoşîna çekdarî dikir. Hozan Mizgîn yek ji mînaka jinên kurd ya li ber çavane. Hozan Mizgîn ya ku xwediyê dengek efsanewî û tucarî neyê ji bîrkirin di 11’ê Gulanê de jiyana xwe ji dest dide. Her sal bi navê “Roja Bîranîna Şehîdên Çand û Hunerê” gelek çalakiyên hunerê yên bîranînê tên li darxistin.


Jina kurd ya ku lorîn û çand bi hev re digot û dida jiyandin


Piştî perwerdeya Qada Beka yê Hozan Mizgîn û Hozan Sefkan (Celal Ercan) ji bo pêşdebirina çand û hunerê di sala 1983’an de derbazî qada Ewrupa dibin. Li wê Mizgîn pêşengiya saziyek ya hunerê ya bi navê Huner-Kom kiriye. Di heman demê de Mizgîn yek ji mîmar û avakara Koma Berxwedane. Mizgîn tenê di qada hunerê de sînor nema ji bo azadiya nasnameya jinan jî dest bi xebatên tayîbet kir. Alî Haydar Kaytan di roportajekê de wiha qala Hozan Mizgîn dike “Ew xwediyê dengek yê muzîka kurdi ya gelerîbû. Di wê demê de vî dengê cuda hem bala Serokatiya me û hem jî rêveberiya me kişand. Di heman demê de vê gava Hozan Mizgîn ya hunerî da diyar kirin ku PKK ne tenê di çarçoveyek teng ya siyasi dene. Di heman demê de xwediyê şaxên dinê yên weke hunerî ne jî.”


‘Mizgîn nûnera dema herî bi êş ya jinên kurde’  


Di dema xebatên huneri yên Hozan Mizgîn li Ewerupa de ne tenê di aliyê hunerî de Mizgîn di wê pêvajoyê de xwe di aliyê îdeolojîk û polîtîk de jî pêşde dibe. Mizgîn bi nasnemeya xwe ya şoreşgerî û hunerî di hat nasîn û xwediyê sekneke biheyîbetbû. Li Ewrupa ji bo dayîna jiyan kirin ya hunera kurdî Mizgîn rolê pêşengiyê girtiye. Di sala 1987’an de di bin rêveberiya partiyek çep ya Fransa de Konferansa Çand û Hunerê ya Kurdan ya Ewerupa çêbû. Yek ji pêşengê PKK’ê Alî Haydar Kaytan cardin ji bo Hozan Mizgîn wiha dibêje: “Mizgîn nûnera pêvajoya herî bi êş ya jinên kurde.” Di pêvajoyek wiha de jinan nedikarîn ji malên xwe derkevin, Mizgîn bi sekna xwe ya şoreşgerî û hunerî li çiyan û bajaran tekoşîn dida.


Mizgîn çalakiyên xwe yên hunerî li çiyan jî berderwan dikir. Di roja 11’ê Gulana sala 1992’an de li herêma Tetwanê ya Bidlîsê di encama şerekê de jiyana xwe ji dest dide. Li gel 22 sal li ser wendakirina Hozan Mizgîn re derbasbûye jî hîna lorîn, sitiran, besteyên û kosetên wê yên weke “Lo Hevalo”, “Gundîno Hewar” nikarin bên guhdarkirin, lê di arşîvnê nifşnê nû de cîh girtiye.  


 (zt)