Mamostayekê jinek ciwan tacîz kir
12:41
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Kampa Basirme ya penaberan a Başûrê Kurdistanê mamosteyekê jinek ciwan tacîz kir.
Hat hînbûn kul i Kampa penabaran ya Basirme ya bajarê Hewlêrê herêma Federala Kurdistanê mamosteyê dibistanê yê ereb yê bi navê Mesne Ilyas ku waneyên bîrkarî dide şagirtên polên 4 û 5’emîn, jineke ciwan tacîz kir.
Piştî ku penaber ji bûyerê agahdarbûn ev kiryar şermezar kirin û li ser vê yekê hêzên Asayîşa Başûr mamoste girtin û dane zanîn ku dê mamoste ji kampê bavêjin.
Çend roj beriya niha penaberên Kampa Gewreguskê ya li Hewlêrê jî gotibûn ku li dibistanan wêne û CD yên li dijî exlaqa civakê li zarokan hatibûn belavkirin.
(zt)
