Banga jinên kurd ji bo xwedî derketina li jinên Nîjeryayê

13:10

JINHA 


NAVENDA NÛÇEYAN - Nûneriya Tevgera Jinên Kurd a Navnetewî, hewldana revandina nêzî 200 xwendkarên keç ku wek kole difiroşin ya li Nîjeryayê şermezar kir. her wiha kampanyaya ji bo rawestandin avê hovitiyê hatibû destpêkirin jî piştgirî danê û gotin: “Hîna 200 jin dîlgirtine.  Em jî bang dikin ku demildest ev keç bên berdan û banga tevlibûna kampanyayê kirin. Em bang li hemû jinên  kurd û cîhanê dikin ku bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin."


Li gel ku bi salene koletî rabûye jî, lê li Nîjeryayê rêxistina bi navê Boko Haram  bi sedan keçên dibistana Amadeyî dixwînin revandine û dixwazin li bazara koleyan bifiroşin.  Li dijî revandina van keçan li hemû cîhanê bertek hat nîşandan. Lê ev çalakiya hov ya Boko Haram tenê ruyê ku dihat dîtin bû.  nîşan dide ku îfade ya koletiya modern berovajî bûye. Her ku sefalet mezin dibe, koletî bandorê ser bi mîlyonan mirovan dike. Di van rewşan de jî herî zêde jin û zarok mexdur dibin.


‘Em bang jinên kurd û cîhanê dekin bertekên xwe nîşan bidin’


Nûneriya Tevgera Jinên Kurd a Navnetewî ku navenda wê li Zurîchê ye diyar kir ku ew revandin a 276 keçê li Nîjeryayê hatine revandin û piştre li bazaran wek kole tê firotin an jî tên zewicandin şermezar dikin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku li gorî ahlaqê îslama sedsala 21’ê, hinek komên îslamî yên derketine holê van êrîşên li ser beden û îradeya jinê wek qirkirinê pêk tîne.Tevgera jinan  a kurd got ji vê êrîşa li dijî dibistanê tenê 57 heb xilas bûne û got: “Hîna 200 jin dîlgirtine.  Em jî bang dikin ku demildest ev keç bên berdan û banga tevlibûna kampanyayê kirin. Em bang li hemû jinên  kurd û cîhanê dikin ku bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin”


Li dijî kirinên Boko Haram ê ewlehî tê girtin


Konseya Ewlehiya Netewên Yekbûyî jî  bertek nîşanê v revandina keçan û komkujiya ku roja duşemê li Gambour ya Ngala pêk hatiye da û  hat diyar kriin ku ev binpêkirinên ku di deklerasyonê de hatine qebûlkirin dikare li ber edeleta navnetewî bê darizandin. Lê di daxuyaniyê de bi awayekî eşkera behsa Dadgeha Cezaya Navnetewî nehat kirin û hat gotin ku rewşa xwendekarên lîseyê tê şopandin û tedbîrên li dijî pêkanîna Boko Haram tê giritn.


Ne li gorî dilê wan û bi kesek mezin re zewicandin tê wateye tecawîzê


Serokê Komîteya li Koletiya Modern (CCEM) a li Fransayê, Sylvîe O’Dy  diyar kir ku di sedsala 21’ê de koletî li her derê cîhanê didome û  lê Boko  Haram li vê hovitiyê sîmayek da qezenckirin. O’Dy da zanîn ku her roj bi deh mîlyonan kes di nava bêhêvî û koletiyê de dijî. Serokwezîra mafê jinan a Fransayê Najat Vallaud-Belaem got dema zarokek biçûk bi kesekî mezin re bê zewicandin ev tê wateya tecawizê û tê wateya tecawiza ku tê dubarekirinê ye.


Bi giştî 30 mîlyon kole hene


Li gorî lêkolÎneke ku ji aliyê Weqfa  Walk a Avusturyayê hatiye kirin de li cîhanê bi giştî 29.8 mîlyon kole hene. Di alî koletiyê de ji sedî 4’ê nifûsa Morîtanya koleye û  di rêza yekem de cih digire. li wir koletî ewqas normal bûye ku êdî ji rêzê tê dîtin.


Di alî hejmarî de Hîndistan bi 14 mîlyon koleyê di rêza yekem de cih digire.  Lê qaşo ev pêkanîn 40 sale li wir qedexetye. Li Çînê  3 mîlyon, Pakîstanê 2 mîlyon 127 hezar, li Nîjeryayê 701 hezar, EtîyopyayÊ 651 hezar, Rûsyayê 516, Taylandê 472 hezar, Komara Kongo ya Demokratîk 462 hezar, Bangladeşê 343 hezar û Burmayê jî 384 hezar heye. Bê guman welatên Rojava jî di nav de hene. di nava 162 welatî de koletiya modern bê dest girtin welatê Morîtanya, haîtî û Pakîsran dê sê rêzên detspêkê de cih digirin.  Tirkiye 90, Îran103, Iraq 104, Sûriye rêza 105’an de cih digire.


(zt)