Jinha, dê bê şîfre weşanê bike
16:01
JINHA
Fêmkirina rastiya pêvajoya metakirina jinê ya ji aliyê zilam ve, pêvajoya dîlkirina jinê ya di nav çar dîwaran de û wendakirina jinê ya di nav dîrokê de, di aliyê xuyakirina sedema nîşandana jinê ya di çapemeniyê de, ya wekî ‘amûra naletî an jî pornografîk’ de, gelek girîng e. Çapemenî jî, bi gotinên sergirtî, yên ji bo pêşxistina pergala serdest a zilam, rêvebirina xwe didomîne, bi ku de bixwaze, wir de dikşîne. Rasterast rê nîşanî bertekan dide. Heta niha, sîstema zilam, berê bertekan rasterast da ser jinê. Di hevokên ku bi zimanê zilam hatin ragihandin de, jin an wekî amûra pornografîk, an di pozîsyona mexdûr de, an jî di pozîsyona ‘qetilxûn’ de hate ziman. Em bi Ajansa Nûçeyan a Jinê, ji vê yekê re dibêjin ‘raweste’.
Di 8’ê Adarê heya îro wêşana ku bi şifre dihat kirin di 13’ê sibatê heta 31’ê adarê sala 2013’an bê şifre weşanê bike.
AJANSA NÛÇEYAN A JINÊ (JINHA) ku di 8’ê Adara 2012’an de bi slogana “Û em zimanê çapemeniyê diguherînin. Êdî piştî me, dê di çapemeniyê de tu tiştek wek berê nebe” xwe tevli nav cîhana çapemeniyê kir, li ser înternetê, li navnîşana www.jinhaber.com, weşane dikir û îro şûnde li ser navnîşan www.jinha.com.tr û www.jinhaber.com.tr, bi tirkî, kurdî û ingilîzî nûçeyan pêşkêş dikin.
Me got yên ku bi nêrîna wekheviya zayendiya civakî li jiyanê dinhêrin, ne mimkûn e ku ji zimanê zilam ê çapemeniyê acis nebin. Em di şûna pêşbaziyê de, piştevaniyê esas digirin. Navenda Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) li Amedê ye. Li gelek bajar û li derveyê welat jî nûçegihanên dildar hene. Ji bo ku hûn bikaribin bibin nûçegihanên dildar û bighijin JINHA’yê;
Tel – Fax: +90 412 252 62 68
Tel: 0533 332 96 62
E–posta: jinhaber@gmail.com
Navnîşan: Mevlana Halit Mah. Turgut Ozal Bulvarı. Umut 2 Konutları. B Blok. Kat: 9 No: 30 Baglar/AMED

