‘Kongreya Îslama Demokratîk’ ya dîrokî despêkir

14:34

JINHA


AMED – ‘Kongreya Îslama Demokratîk’ ya ku ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatibû pêşniyarkirin despêkir. Kongireyê bi tevlîbûna 340 delegeyan û ji aliyê KCD’ê ve hat orhanîze kirin. Kongire bi guhdarîkirina Quranê despêkir. Axaftina vekirinê ji aliyê Prof. Dr. Kadrî Yildirim  ve hat kirin. Kadrî qala peyîvên weke kurd, Kurdistan, baştî û şer kir û di îslamê de cihêwan. Her wiha qala di îslamê de pêvajoya pejirandina kurdan kir û qala nêzîkatiyên îslamê yên li jin û zarokan kir.


Li ser pêşniyara Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bi organîzekirina Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ê “Kongreya Îslama Demokratîk” pêkhat. Kongreyê bi tevlîbûna nêzî 70 jinan û bi giştî jî nêzî 300 delegeyan despêkir. Kongireyê li Otêla Green Park ê ya Amedê despêkir û dê du rojan berdewam bike. Kongreya ku nêzî 6 mehane amadekarî dihat kirin ji welat û derveyê welat 340 delege tevli bûn. Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk, hevserokên şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli, şaredarê berê yê Sûrê Abdullah Demîrbaş, nivîsfkar Ayetullah Kanhan, Ayhan Bîlgen, akademîsyona Bîlan Sanbur, îlahiyatvan Fadil Bedîrhanoglu, nivîskar Îhsan Elîaçik, Huda Kaya, Doç Dr Îbrahîm Bor, Prod Dr Kadrî Yildirim, neviyên Şêx Saîd Kasim Firat, û gelek kesên din yên ji parlamenter û kesên ji derveyê welat hatibûn tevli bûn. Çapemeniyê eleqeyek mezin nîşan da û 180 rojanmegerî  weşana zindî kir. kongre bi xwendina Kuranê Kerîm dest pêkir. Piştre axaftinên vekirinê hat kirin.  Li ser navê Komîteya Kongerya Îslama Demokratîk Prof Dr Kadrî Yildirim axaftina vekirinê kir.


‘piştî kurd bûne musliman xwe ji îslamê re feda kirine’


Kadrî mijara ‘Kurd û Îslamiye, pirsgiarêka kurd û hakemiya îslamî’  nirxand. Kadrî li ser navê kurd sekinî û li ser welatê kurdan û Kurdistanê rawestiya. Piştre jî li ser îslambûna kurdan sekinî  got kurd di dema Hz Omer de bi girseyî îslam nas kiriye.  Kadrî da zanîn ku piştî kurd bûne musliman xwe ji îslamê re feda kirine û her wiha di îslamê de li ser şer, aştî û agirbestê sekinî. Her wiha diyar kir ku di Kuranê Kerîm û suneta Pêxember de yek ziman, yek nasname û yek reng tune û got li şûna pir nasname, pir rengî û pir zimanî heye.


‘Hewcedariya Kurdistana Rojava bi yekitiyê heye’


Rêveberê Kantona Cizîrê Nureddîn Şakîr axivî û di destpêka axaftina xwe de kêfxweşiya xwe ya bo tevlibûna kongreyê anî ziman û silavên Rojava ragîhan.di axaftina ku kir de balkişand ser rewşa Rojava û got: “Bixendek û dîwarên şermê dixwazin Rojava bi fetisînin.  Lîstik tên lîstin. Serê mirovan tên jêkirin. Hewcedariya Kurdistana Rojava bi yekitiyê heye. Serokatiya me, met tu 15 sal şûnde jî azad nekir. Azadî ji zindanên Amedê dest pê kir. li çiyan û deştan belav bû. azadî li Rojava hat afirandin. Emê te azad bikin serokatiya me. Şoreşa Rojava dê Kurdistanê azad bike. serkeftina Rojava serkeftina Kurdistanê ye. ji ber vê ev kongre gelek girînge. Rêber Apo kedek mezin da Rojava.  Em îro deyndarê Rêber Apo û YPG û YPJ’ê ne. em deyndarên jinên kurdin. Rolek mezin lîstin. Rumeta me diparêzin.  Mêr reviyan, mele axivî û berxwedan ji bîrkirin. Ereb, tirk û fars. Em dibêjin em birane.  Mafê me 45 mîlyon kurdî di bin lingande ne. netewên herî mezin li Sûrine.  Divê her kes piştgiriyê bide Rojava.divê em destê xwe bidin ser wijdana xwe.  Xendekan dikolin. Emê bi  gotina YPG’ê Rêber Apo Kurdistanê biparêzin. Emê desturê nedin êrîşan. Em birayên biçûkin.  Divê em doza kurd ji hemû cîhanê re vebêjin. Em wek rojava Kongreyê pîroz dikin.”


Di dema axaftina Nureddîn de li salonê kêliyên hestiyar hatin jiyîn û hevseroka şaredariya Amedê Gulten Kişanak û jinan rondik barandin. Firat Anli jî axaftinek kurt kir. Firad da zanîn ku gelek kêxweş û serbilindin ku ji konferanseke wisa girîng re malovaniyê dikin. Firad ji hemû delegeyan re dspas kir û got bila kongre li civaka îslamê pîroz be.


(zt)