Jin ji bo aştiyê li ber xwe didin

15:23

Bêrîvan SUMER / JINHA


COLEMÊRG - Li Çiyayê Meskan a Colemêrgê,  gelê Colemêrgê li dijî çêkirina qereqolan û sewqiyatên leşkarî bi rojane li ber xwe didin. Jinên li wê di çalakiyê de gotin: “Li gel ku em rastî hemû bê mafiyan hatin jî, me dest ji têkoşîna xwe berneda û piştî vê saetê jî em ê qet dest jî berxwedan xwe bernedin”


Jinên ku pêşengtiya berxwedanê dikin, armaca wan ew ku şer bi dawî  bibe. Ji ber şerê li herêmê yê bi salalan jinan gelek êşên mezin kişandin. Yek ji jinên ku para xwe ji van êşan girtiye Kudret Soydan e. Kudret diyar dike ku ji roja ku çalakiya nobetê hat destpêkirin ewê cihê xwe di çalakiyê de girtiye û wiha axivî: “Em naxwazin tu kes bimire. Bila ne gerîla û ne jî tu leşker di şer de jiyana xwe ji dest bidin. Bila êdî vê zilm û zordariyê li ser me rakin. Erdogan qet ne samîmiye. Ger samîmîbûya, li van deran dest bi amaderkariyên şer ne dikir. Ji bo ku zarokên em di şerê qirêj de şehîd nekevin, emê heya dawiyê li ber xwe bidin.”  


dê berxwedan bıdome


Nerîman Kanat jî ku ev heşt rojin cihê xwe di çalakiya nobetê ya Çiyayê Meskanê de digire da zanîn ku gelê kurd bi salane êşên pir mezin dikişîne û wiha got: “Li gel ku em rastî hemû bê mafiyan hatin jî, me dest ji têkoşîna xwe berneda û piştî vê saetê jî em ê qet dest jî berxwedan xwe bernedin. Ev saleke pêvajoya Rizgariya Demokratîk hatî destpêkirin, lê hîna jî amadekariyên şer tên kirin. Gelo ev pêvajoyeke çawane? Bi vê yekê dixwazin gelê kurd bixapînin. Em êdî naxwazin qereqol bên çêkirin. Emê destûr nedin ku ev qereqol bên çêkirin.”


heya dawıyê têkoşîn


Pakîze Bor jî dest nîşan kir ku lawekê wê di nava refên PKK’ê de cihê xwe digire û wiha bi lêv kir: “Ez dayika gerîlayekê me û naxwazim ku ev qereqol bên çêkirin. Ji bo ku ev qereqol neyên çêkirin çi destê min bê ezê bikim. Her tim em ji bo aştiyê têkoşiyan. Ji bo ku zarokên me neyên qetilkirin û xwîn neyê rijandin, emê heya nefesa xwe ya dawiyê jî li ber xwe bidin û têkoşîna xwe bi rêve bibin. Bila êdî li ser warê me qereqol neyên çêkirin.”


(aw)