'Aştî ji bo dayikan diyariya herî bedew e'
15:34
JINHA
AMED – Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên wendeyan çalakiya xwe ya heftane ya ku bi slogana "Bila wenda bên dîtin kiryar bên darêzandin" ya heyfteya 274’mîn li Parqa Koşuyoluyê li dar xistin. Li ser navê Platforma Jinên Semsûrê İsmihan Bakmaz jî axivî û diyar kir ku Dayîkên Roboskiyên 850 roje li edaletê digerin û têkoşîna 274’mîn yên dayikên li edaletê digere pîroz kir û wiha got: "Emê heta dawî li gel dayikan têkoşîna xwe bidomîn bin. Li ser vê erdnîgariyê aştî ji dayîkan re diyariya herî bi bedew e."
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên wendeyan çalakiya xwe ya heftane ya ku bi slogana "Bila wenda bên dîtin kiryar bên darêzandin" ya heyfteya 274’mîn li Parqa Koşuyoluyê li dar xistin. Platforma jinên Semsûrê, Jinê KESK’ê, MEYA-DER û rêveberên Saziyên Sivil amadebûn. Xizmên wendeyan wêneyên xizmên xwe yê wenda hilgirtin. Serokê Şaxa ÎHD’ê yê Amed Racî Bîlîcî di çalakiyê de axivî û diyar kir ku, ew bi salane ji bo "Bûyerên kiryar nediyar" bên dîtin têkkoşîn kirin.
'Aştî ji bo dayikan diyariya herî bedew e'
Li ser navê Platforma Jinên Semsûrê İsmihan Bakmaz jî axivî û diyar kir ku Dayîkên Roboskiyên 850 roje li edaletê digerin û têkoşîna 274’mîn yên dayikên li edaletê digere pîroz kir û wiha got: "Emê heta dawî li gel dayikan têkoşîna xwe bidomîn bin. Li ser vê erdnîgariyê aştî ji dayîkan re diyariya herî bi bedew e."
‘Bi salan li ser navê Îslamî ser kurdan zilm tên kirin’
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli jî axivî û wiha got: "Îro bi pêşniyara Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan Kongreya Îslama Demoktratîk hate li darxistin û ev kongre cara yekem li Kurdistanê pêktê. Bi salan li ser navê Îslamî ser kurdan zilm tên kirin. Lê belê îro roja kurd ji bo Îslamiyetek Demokratîk Kongre li dar dixin."
Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Mehmet Şerîf Avşar ê ku di 22'ê Nîsana 1994’an de li dikana xwe ji hêla Qereqola Saray Kapi'yê ve hate girtin û pişt re cenazeyê wî di 7'ê Gulana 1994’an de ji Amedê 19 km dûr li bejahiyê hate dîtin hate xwendin."
Çalakî piştî rûniştina 5 seqîqayan bidawî bû.
(zt)

