Li Şengalê ji tirsa komên îslamê cotyarên êzidî koç dikin

19:38

JINHA


ŞENGAL - Li bajarê Şengalê û derdora wê her ku diçe zoriyên li ser kurdên Êzidî zêde dibin. Beriya niha çend rojan li Şengalê 4 kurdên Êzidî ji aliyê komên îslamî ve hatin qetilirin. Ji ber van sedem û êrîşan ji navçeyên weke Rebîa yên li derdora Şengalê welatî û tayîbetî jî cotyar koç dikin.


Bi girştî şêniya Êzdiyên li Iraq û Herêma Federala Kurdistanê dijîn bi qasî 500 hezar e. Piraniya wan jî li navend û navçeyên Duhok û Musilê dijîn. Di demên dawî de ji ber êrîş û şer hinek malbatên Êzdiyan koçî welatên Ewropayê kirin. Li Ermenistan û Gurcistanê jî gelek Ezdî hene. Lê belê piştî hilweşîna rejima Sowyetê gelek Êzdiyan di serî de Almanya koçî welatên Ewropayê yên cuda kirin. Li bajarê Şengalê yê Herêma Federala Kurdistanê û derdora wê her ku diçe zoriyên li ser kurdên Êzidî zêde dibin. Beriya niha çend rojan li Şengalê 4 kurdên Êzidî ji aliyê komên îslami ve hatin qetilirin. Ji ber van sedem û êrîşan ji navçeyên weke Rebîa yên li derdora Şengalê welatî û tayîbetî jî cotyar koç dikin. Di vê hefteyê de ji ber êrîşên komên îslamê hezar malbatên cotyeran ji navçeya Rebîa ya Şengalê koç kirine.


Bi hezaran malbatên Êzdî ji tirsa komên îslamê koç dikin


Di vê derbarê de Endamê Fraksyona Kêmnetewên İraqê Hecî Elî Xetarî got: ‘‘Piştî kuştina çar cotkarên Êzdî ji aliyê komên radîkal ên Îslamî ve hezar malbatên Kurdên Êzdî ji navçeya Rebîa ya ser sînorên Iraq û Sûriyê koçber bûne û ber bi Şingalê ve çûne. ‘‘Bi hezaran malbatên Êzdî salane bi mebesta cotkariyê ji Şingalê ber bi navçeya Rebîa ve diçin lê neha piraniya wan malbatan ji tirsa êrîşên komên Îslamî yên radîkal mal û ajelên xwe bicîh hiştine û koçber bûne.”


Elî bang li peyîwendîdaran kir ku ji bo başkirina rewşa Kurdên Êzdî û rê li koçberiya wan bigrin û wiha domand: “Divê di warê aborî de hevkariya wan bê kirin û li navçeya Kurdên Êzdî projeyên xizmetên civakî bên kirin.”


(zt)