'Bi endezyariya jinan bajar xweşiktir dibin'
08:42
Bêrîvan Sümer/JINHA
AGİRÎ- Dema ku jin dixwazin di pîşeyên weke yê mêran tên nîşandan endezyarî de cîh bigirin rastî bertekên weke ‘hun nikarin’ tên. Di beşên weke endezyariyê de piranî jin yan li departmenên bazara hilberînan yan jî di labaratowarên girtî de tên dîtin. Li Agiriyê Endezyara Avahisaziyan Ajda Demîr ya k udi beşa endezyariya avahîsaziyan de kardike got: “Di pîşeyek wiha mêr têde bihêz de dema ku di bajarekê de jin heyîna xwe nîşan dide ji bo pêşeroja wî bajarî gelek giringe. Bajarên me bi hebûna jinan zêdetir dikare bê rewşa herêmek jiyanê.”
Dema ku mirov li karbeşiya jin û mêran ya nava endezyariyê binêrin dê baş fer û cidahiya zayendi ya di van beşan de bibîne. Endezyarî yek ji wan beşên k udi tevahiya cîhanê de weke pîşeyê mêran tê dîtin. Pîşeyên weke mamoste, sekreter û hemşîre jî weke pîşeyên jinan didin nîşandan. Navendên endezyariyê jî weke karê mêran didin nîşandan. Jinên endezyar yên kul i gel hempîşeyê xwe yê mêr di heman dibistanan de dixwînin, heman sitajê dibînin, lê dema ku dor tê cîhgirtina di pîşeyan de jî jin rastî profesyoneliya mêran ya di wan beşan de tên. Ji ber nasnameya xwe ya jin bûnê rastî astengi û hişmendiyên weke ‘objektîr, bi mantiq û bi însiyatîf nîne û nikarin kar bi rêve bibin’ tên. Jin ji van rewşan xwe neçarî hêrêmên li gorî xwe dibînin û rastî newekheviya zayendîtên.
‘Divê jin di nava jiyana xwe ya kar de bibin hîmên bingehîn’
Di pîşeyek wiha mêr têde bihêz de dema ku di bajarekê de jin heyîna xwe nîşan dide ji bo pêşeroja wî bajarî gelek giringe. Endezyara Avahisaziyan ajda Demîr diyar kir ku Bajarên wan bi hebûna jinan zêdetir dikare bê rewşa herêmek jiyanê. Ajda da zanîn ku ji ber sazumaniya Agiriyê ya fewdal jin di navendên kar de gelek zoriyan dikişînin. Ajda anî ziman ku ji bo hilweşîna wê sazumaniya li hember xebatên jinan astengdar ew di nava hewildana denin û wiha got: “Min weke hemû sînorên civakê dan zorê. Min sînorên xweyên kesanî jî dan zorê, li deriyê qedexeyan xist û weke kes ez li mafê xwe geriyam.” Ajda destnîşan kir ku deshilatiya mêran tehemûlî serkeftinên jinan nakin. Ajda bilêv kir ku divê jin firsetê nedin mêran û tekoşîna xwe bilind bikin. Ajda derbirî ku pergala hişmendiya mêran tenê bi hêzbûna tekoşîna jinan dikare ji holê rabe û wiha domand: “Divê li her cihên ku jin lêbin bi hebûna nasnameya xwe û hêza xwe ya cewherî dinava jiyana kar de cîh bigirin.”
‘Mîmarên cîhanê yên herî mezin jinin’
Akda diyar kir ku endezyariya avahisaziyan bi awayên ofîs û şantî weke du beşan xwe bi cîh dikin. Ajda anî ziman ku despêkê ew di ofîsan de bernameyan amade dikin û paşê jî li şantiyan bi karkeran de hevkar bernameyan amade dikin û wiha berdewam kir: “Ji ber mêran bihêz dibînin, ji ber wê jî karê endezyariyê weke karê mêran didin nîşandan. Bi gotin û nêzîkatiyên weke ‘tu di ofîsê de rune, tu susa ofîsê be, ma tu dê bikarê aletên kar rakê û danê, ma tu dê derkevê araziyan, ma tu dikarê çî bi karkeran re bipeyîvê’ tên. Ajda da zanîn ku ew weke jin zêdetir baş dikare karê endezyariyê bike û wiha got: “Mêr jinan weke bê hêz dizanin. Heger li wê bênêrîn ji xwe mêrên endezyar na xebitin, tenê projeyan nîşan didin. Jin jî bi hêsanî dikare van karan bikin. Di cîhanê de mînakên vê hene. Di cîhanê de cardin mîmarên herî mezin jinin. Pir baş rêveberiyê dikin, dîrektîfan bidin û çareseriyan jî danin.”
‘Heger jin bixwazin dikarin serkevin’
Ajda anî ziman ku sazumaniya Agiriyê ya muhafazakar li pêşiya karê jinan yên di herêmên civakî de dibin asteng û wiha domand: “Jinên ku ji malbatek muhafazakarî derbas kirî tên li astengiyên sosyo-ekonomiyê di qelibin. Ji bo ku jin bikarin din ava civakê de bi rehetî karbikin divê astengiyên aborî derbasbikin. Lê mixabin di civakê de pirsgirêka bêkariyê zêdeye. Pirsgirêka jinan ya bêkariyê jî cuda heye. Ji ber wê jî pêdivî bi avakirina karên girêdayî jinan heye.” Ajda destnîşan kir ku dewlet bi sed salan eli ser vê axê bi tank, top, tifek, dibistanên xwe yên bişaftinê bi zorê civak di pirkirinan re derbas kiriye û wiha berdewam kir: “Jinên kurd bi berxwedana xwe li hemberî van polîtîkayan bûne sembola parastina çanda kurdî. Ev dide diyar kirin ku jin dama bixwaze dikare her karî bike û bide jiyan kirin.”
(zt)

