‘Milyarek jin bi reqsê serî radikin’
16:09
Pinar ÎRÎZ / JINHA
STENBOL – Di çarçoveya Kampanyaya 1 Billion Risingê de jinên cîhanê di 14’ê sibatê li dijî şîdet, tacîz, tecawiz û qetilkirina jinê çalakiyek li dar dixin. Kampanya bi taybetî li ser Medyaya civakî dimeşe. Li Stenbolê jinan di çarçoveya kampanyayê de dest bi provayên xwe kirin.
Her sal li Tirkiye û cîhanê bi hezaran jin bi tacîz, tecawiz, şîdetê re rû bi rû dimîne û tên qetilkirin. Herî zêde bav, bira, hevser û evîndarên jinê şîdetê bikartîne. Her ku diçê asta şîdeta li hemberî jinê zêdetir dibe. Jin di her alî de tenê tên hiştin. Ji hêla qanûnan ve jî nayê parastin. Medya jî qetilkirin, şîdet, tacîz û tecawiza li hemberî jinê meşrû dike.
Li Amerîkayê her du deqiqeyan jinek bi tecawizê re rû bi rû dimîne, li Tirkiyeyê her roj 5 jin tê qetilkirin, li Afrîka û Rojhilata Navîn zarokên 4 û 12 salî tên sunetkirin, heya niha 3 milyon zarokên keç hatin sunetkirin. Her wiha di şeran de herî zêde jin tên qetilkirin, wekî ganîmeta şer tê dîtin û mexdûr dibin.
Li dijî qetilkirin û şîdetê reqs
14 sibatê li cîhanê wekî ‘Roja Hezkiriyan’ tê pêşwazîkirin. Bi hezaran jin aliyek diyarî digirin û aliyek jî bi şîdetê re rû bi rû dimînin. Lê îsal jinan li dijî roja hezkiriyan serî radikin. Kampanyaya ‘Milyarek jin serî radikin’ dê di roja 14’ê sibatê de li dijî şîdet, tacîz, tecawiz û qetilkirina jinê bireqisin. Jin bi dirûşma “Li cîhanê her 3 jinan jinek bi şîdet an jî bi tecawizê re rû bi rû dimîne”, “Mafê milyarek jinan tê îhlalkirin”, “Reqsa milyarek jinan şoreşeke” û “Ji bo hezkirinê em bi hevre bi rêdikevin” kampanyaya xwe dimeşînin. ‘
200 welatan jin digihijin hevdu
Di çarçoveya avakirina 15’emîn organizasyona V-Day a Navneteweyî de jinên ku “Ji şîdetê re dibêjin na” dê 14’ê sibatê bi reqsê radibin ser piyan. Nêzî 200 welatî jin bi hev re li dijî şîdetê bireqisin. Li bajarên Tirkiyeyê jî jinan dest bi xebatan kir. Platforma Stenbolê ya One Billion Rising, sazî û rêxistinên jinan, atolyeyên jinan û grûbên serbixwe li hev civiyan û platformek avakirin. Platforma di destpêke de sazî û rêxistinên jinan, saziyên civakî, dibistanên reqsê, xwendekar û hwd gelek derdoran re hevdîtin pêk anî. Platform piştî hevdîtinan niha jî amadekariya reqsê dikin. Jin roj li qadan û şev jî salonên sporê dicivin û provayê dikin.
Li Kadikoyê provaya reqsê
Jin li Tirkiyeyê provayên xwe li Parka Koşuyolu ya Kadikoyê dan destpêkirin. Prova bi zirne, dihol û govendê tê kirin. Zarok jî tevli provay reqsê dibin. Jin li dijî şîdetê tiliyên xwe radikin û digihijin hev. Li Stenbolê jin dê 14’ê sibatê roja pênçşemê li Beşîktaşê saet 12.00, li Gara Haydarpaşayê saet: 14.00, li Îskeleya Kadikoyê saet 19.00 û li Salona Sporê ya Caferagayê yê bicivin û li dijî 14’ê sibatê wekî ‘Roja hezkiriyan’ tê zanîn bicivîn û ji şîdet, tacîz, tecawiz û qetilkirina jinê re bibejin na.
(pi/gk/la)

